Civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayişa û karên Navxwe Jan Jampon, Wezîrê Bergîrî Steven Vandeput û Wezîrê Koç Koçberan Theo Francken yên Belçîkî bidawî hat.Piştî civînê, Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka naveroka civînê ji medyayê re aşkere kirin.Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka ragihand: “Civîna me girîng bû. Referandûm pirseke navxweyî ye û çaverêyî encamên referandûmê ne û guftûgo dikin. Piştî biryara xelkê Kurdistanê, hikûmeta Belçîkayê helwesta xwe radigihîne.”Derbarê hevkariyên Belçîkayê bo Herêma Kurdistanê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Asayiş û Karên Navxwe yê Belçîka got: “Piştî şerê DAIŞê jî berdewam dibin bi hevkarîkirina xelkê Kurdistanê re.”Herwiha Serok Barzanî di bersiva pirseke K24ê de derbarê naveroka civîna ligel berpirsên Belçîka de ragihand, “Me civîneke baş ligel dostên xwe encam da û peyama xelkê Kurdistanê gihand dostên xwe. Jihevtêgihêştineke gelekî baş hebû û helwestên wan gelekî bi dostane bû.”Civîn demjimêrekê berxwe da, piştre şanda Herêma Kurdistanê berve cihê hevdîtina dahatûyî ya ligel Serokwezîrê Herêma Flandersê bi rê ket.Di vê serdanê de şandek ji nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyên olî ligel Barzanî ye, biryar e çendîn hevdîtin û civînên din ligel berpirsên herêmên Belçîka û komîtên Parlementoya Ewropayê bikin.Armanca sereke a serdana wê şandê, guftûgo derbarê pirsa referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye, ku biryar e di 25 Îlona îsal bi rê ve biçe.https://www.youtube.com/watch?v=O8CyvsEtEjg
Pêş
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
28/06/2025
Îran: Piştî gotinên tund ên Trump, emê ne dudilbin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Araqçî: Ziyanên me zêde ne27/06/2025