Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi tohmeta propaganda PKKê ceza xwarin

Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi tohmeta propaganda ceza girtin. Dadgeha Diyarbekirê bi vê mebestê endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi cezayê zindanê hatin cezakirin.Di vê derbarê de cihê gotinê namine, dixweyê wek herkesekî dozerên dewletê jî dizanin ki Tevger fikrî dijê PKKê ye û hemû çalakiyên xwe de Ala Kurdistanê wek nirxê netewî bi kar tînin.Di vê derbarê de Tevgerê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.Daxûyaniya Tevgera Ciwanên Kurdistanê:
Ji Raya Giştî ya Kurdistanê reMe di sala 2015an de bi minasebeta rizgarkirina Kobanî meşeke li dar xist û daxuyaniya çapemeniyê da. Du sedemên vê çalakiya me hebûn. Yek jê ev bû ku Pêşmerge ji ser bakûrê Kurdistanê derbasî Kobanî bûn û bajarekê Kurdan ji terorîstan paqijkirin û me xwest rizgarkirina Kobanî pîroz bikin. Sedema duyemîn jî armanca eşkerekirina sedemên kareseta Kobanî û pêşniyarên ji bo pêşîlêgirtina bûyereke din a bi vî rengî bû.Me di dirûşmeyên xwe de jî, di pankartên xwe de jî û di daxuyaniyê de jî eşkere kiribû ku yek ji sedemên kareseta Kobanî pergala PYD/PKKê ya kantonan bû. Ev pergal bû sedem ku dema terorîstên DAIŞê êrişî Kobanî kirin derdora wê derê hatibe dorpêçkirin û tu alîkarî neçe wê derê. Me vê pergalê rexne kir û diyar kir ku yekane çareseriya pirsgirêkan dewletbûn e.Di encama wê çalakiyê de doz li hevalên me hat vekirin û hevalên me bi hinceta “propagandakirina PKKê” hatin cezakirin.Ji roja ku me dest bi kar û xebatan kiriye me li hemû qadan û di hemû platforman de hewl daye ku fikra dewletbûnê bela bikin û li bakûrê Kurdistanê bikin fikra serdest. Ji ber ku PKK jî li dijî dewletbûnê ye, di navbera me de her tim şerekî fikrî ku car caran di çalakiyan de dibû fizîkî jî heye. Bi ser vê rastiyê û bi ser ku di çalakiya ku bûye sedema cezayê de jî me dîsa pergala PKKê rexne kiriye jî dîsa dadgehê hevalên me bi hinceta propagandaya PKKê caza kirin.Ev biryar biryareke siyasî ye. Dewlet naxwaze ji xeynî PKKê rêxistineke din xurt bibe. Ji xeynî vê yekê dîsa dewlet dixwaze fikra dewletbûna Kurdistanê ya meşrû bi PKKê ve girê bide û vê fikrê terorîze bike. Ev helwesta dewletê ji berê de berdewam e û ev xeterî li ser hemû rêxistinên Kurdistanî heye.
Em dizanin ku pergala dewletê û ya PKKê çawa bi hev re dixebitin. Her çi qas ew bi van lîstikan bixwazin me bitirsînin û bêtesîr bikin jî emê ji bo dewletbûna Kurdistanê kar û xebatên xwe her berdewam bikin.Tevgera Ciwanên Kurdistanê10.07.2017Endamên Tevgerê yên ku ceza xwarîn li gel Rûdawê jî axivî:Serdozgeriya Amedê bi hinceta ku çalakiya ku di 15ê Sibata 2015an de ji aliyê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ve hatiye lidarxistin, li dijî 4 endamên komeleyê doz vekir û roja 7ê Tîrmehê Îna borî ev doz bi dawî hat.Ji 4 endaman 3 ji wana 15 meh ceza girtîgehê xwar. Tevgera Ciwanên Kurdistanê xwe weke ciwanên kurd ên dewletxwaz bi nav dikin. Lewma ew xwe wekî mûxalîf û dijbereyê PKKê jî dibînin. Ji ber ku li gor wan PKK ji bo çarenûsa netewî ji kurdan re dewletê naxwaze. Digel ku Tevgera Ciwanan di çalakiyê de rexne li PKKê girtine lê bi bangeşe û propagandaya PKKê tên tawanbarkirin.
Yek ji wan endaman Welat Dijwar e. Ew dê di hundirê hefteyekê de bikeve girtîgehê. Tenê salekî wî maye, ku xwendina beşa endazyariya avadaniyê xilas bike. Ev yek bandorê li xwendina Welat jî dike.Endamê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Welat Dijwar dibêje: “Di sala 2015an de, roja ku Kobanî ji destê çeteyên DAIŞê hat rizgarkirin, hem ji bo pîrozbahiyê hem jî ji bo rexne û pêşniyaran li PYDê, me çalakiyek li dar xist û daxuyaniyek belav kir. Rexneyên me gellek hebûn li ser PYD û YPGê. Li ser vê daxuyaniyê dewleta tirk li dijî me lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsîn û dozê de hefteya borî ceza li me hat birrîn.”Li endamên Tevgera Ciwanan bi hinceta bangeşeya PKKê kirine hatine dadgehkirin û ceza xwarine. Lê ew xwe weke ciwanên dewletxwaz û muxalîfê PKKê bi nav dikin.Cîgirê Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Roger Çager jî diyar dike: “Di navbera me PKKê de şerekî fikrî heye. Ku car caran ev şerê fikrî vediguhere şerekî cesteyî û fîzîkî jî. Şerê fikrî yê di navbera me de her berdewam dike. Şerê fikra dewletbûn û dij-dewletbûnê. Dadgehê bi propagandakirina PKKê ceza daye me. Me di daxuyaniya xwe ya wê çalakiyê de gotiye, ku PKK li binxetê li Başûrrojavayê Kurdistanê tadeyî li gel dike. Lê dadgeh biryar dide ku me propagandaya PKKê kiriye.”
Li gor alîgir û endamên komeleyê, armanca dewleta Tirkiyê ew e, ku bi girtina hevalên wan rê li ber kar û xebatên wan ên netewî û dewletxwaz bigire.Endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê nêrîna xwe ya derbarê mijarê de wiha anîne ziman:Besra Çalişir: “Cezayê dane hevalên me ji propagandaya PKKê dane. Em ji ber vê yekê astengiyan dibînin.”Suleyman Tûnç: “Dewlet dixwaze em jî bibin wekî PKKê. Dixwaze Tevgera Ciwanên Kurdistanê bibe dewletnaxwaz.”Ferhad Tûnç: “Armanca me ne wekî ya PKKê ye. Em dixwazin bibin dewlet. Jixwe bê dewlet jiyan nabe.”
Ji ber çalakiya ku Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ji bo pîrozkirina rizgariya Kobanî li 4 endamên komeleyê Serdozgeriya Amedê ya Tirkiyê doz vekir. Doza ku di 4emîn Dadgeha Giran a Amedê dihat dîtîn roja 7ê Tîrmehê bi encam bû.