CîhanPolîtîk

Berpirsiyariyeke exlaqî dikeve ser milê welatên Ewropî

Roja Duşemê 10-07-2017, şandekî bilind ê Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de gihitşte paytexta Belçîka Brûkselê. Biryare roja sêşemê, wate îro guftûgoyên ligel berpirsên Yekîtiya Ewropayê û hikûmeta Belçîkayê dest pê bikin.Derbarê bernameya hevdîtinan de Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re got: “Civînên me yên giring li gel hikûmeta Belçîkayê, serokê freaksiyonên Parlamentoya Ewropayê û Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê heye.Derbarê daxwaziyên şanda Kurdistanê de Zêbarî diyar kir: “Guftûgoyên me li ser qonaxa piştî DAIŞê ne. Peyameke me ya eşkere û zelal heye, ku em daxwaza piştgiriya referandûma Kurdistanê dikin. Bi baweriya min dê encam baş bin.”Hoşyar Zêbarî amaje bi wê yekê kir, welatên ewropî ji ber karesatên bi ser gelê Kurd de hatine, berpirs in û lewma jî berpirsiyariyeke exlaqî dikeve ser milê wan.Endamê şanda bilind a Kurdistanê da zanîn, ku şandênd in dê herin serdana welatên cîran û herwiha dê serdana paytextên weke Washington, Moskow, Pekîn, London, Parîs û welatên din ên mezin ên cîhanê bike.Zêbarî got: “Ti welateke demokratîk bi eşkere dijberiya referandûmê nake. Hewlên me ji bow ê yekê ne, ku referandûm şefaf û bawerpêkirî be.” 

Back to top button