ENKS banga KNNê qebûl nake

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) banga Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) red kir û got, KNK nikare rê li ber kiryarên Partiya Yelîtiya Demokratîk (PYD) yên li dijî tevgera Kurdî bigire.Emîndariya Giştî ya ENKS li bajarê Qamişlo civiya, di civînê de ENKSê gelek babetên girîdayî rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kirin. herwiha gefên Tirkiyê yên li ser Efrînê jî şermezar kir.Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, ENKSê di civîna xwe de vexwandina KNKê ya beşdariya di civîneke şêwirê de li Başûrê Kurdistanê red kir. Li gor ENKSê ku KNKê nikariye zemînê xweş bike û kiryarên PYDê yên li dijî ENKSê û partiyên di nava wê de rawestîne.Roja 3 vê mehê, şandek KNK serdana ENKSê kir û daxwaz ji ENKSê kir ku beşdarî civîna şêwirê ya KNKê bibe ya ku biryar e di 15 û 16 vê mehê li Başûrê Kurdistanê bi rê ve here.Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif ji şanda KNKê re gotibû, ENKS nikare di her civînekê de beşdar bibe, di demkê de ku serkirdeyên wan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên girtin û navend û baregehên wan tên girtin û şewitandin, lê heger daxwazên ENKSê bêne cibicîkirin û karibin zemîneyeke baş amade bikin, ENKSê dê beşdarî vê civîna KNKê bibePeyamêrê me da zanîn jî, ku di civîna ENKSê de du komît ji bo amadekariyên lidarxistina kongreya ENKSê hatin avakirin.