Polîtîk

Kurd naxwazin xelkek din biryarê li ser çarenûsa wan bide

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwazek ji hemû welatiyên Kurdistanê kir. Barzani daxwaz kir ku; ji bo serxistina referanduma serxwebûnê xebatê bikin. Referandum ne ya partiyekiye, ya hemû Kurdistaniyane.Nêçîrvan Barzani îro rewrisma 40 rojiya sekreterê berê yê Partiya Komunista Iraqê Eziz Muhamed de beşdar bû. Barzani di rewrismê de axavtine kir. Barzanî di axavtina xwe de behsa referanduma serxwebûna Kurdistanê kir.Nêçîrvan Barzani got: Referandum a hemûyan e û ya partiyek bi tenê nîne, ji ber wê jî dive hemû alî ji bo serkevtina wê proseyê kar bikin û bi ‘Erê’ deng bidin serxwebûna Kurdistanê.Serokwezîr berdewamiya axavtina xwe de got: Di referandumê de aliyê binketî û serkevtî nîne, yan em hemû serdikevin, yan jî berovajî (dibe). Serkeftina referandumê serkeftina me hemûyan e. Referandum ne ya partiyekê bi tenê ye, ya hemû gelê Kurdistanê ye.Nêçîrvan Barzani da xûyakirin ku, referandum firsendeke ku, kurd bi awayek aşitiyane, ji dûrê tund û tujiyê dengê xwe ji bo serxwebûnê bighîne cîhanê. Dê kurd ji cêhanê re bide xûyakirin ku, ew naxwaze xelkek din biryarê li ser çarenivîsa wê bide.Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, divê referandum bibe xala li hev komkirinê ne ji hev belavbûna nav mala Kurdistanê, bo wê yekê jî daxwaz ji medyayan kir, ku rolek erênî bibînin û xelkê ji referandumê dilsar nekin.

Back to top button