Li Kurdistana Başûr referanduma serxwebûnê tê pêkanîn. Ev yek tê wateya destpêka prosesa serxwebûna Kurdistanê. Serokê Kurdistanê mesud Barzanî bangî hemû aliyên siyasê yên Kurdistanê kir û civînek berfireh pêkanî. Di vê civînê de biryara kifşkirina roja referandumê hate dayîn. Tevgera Goran û Komela Îslamî tevlî vê civînê nebûn.Di bingehê xwe de herdu rêxistin yêk xwe çep û ya din jî xwe îslamî dihesibîne, li dijê serxwebûna Kurdistanêne û herweha dijin ku referandum pêkwerê. Ji ber ku ne rêxistinên serbixwene û girêdayê rejima Îranêne û qibla wan Bexdaye.Lê herdu rêxistin jî vekirî nikarin bêjin ku li dijê referandumêne, hêcetên din peyda dikin û xwe di bin derewan de vedişêrin. Duh bû hevdîtinek li gel Serokê hevpeymaniya niştimaniya şîe û serokê encûmena bilind a îslamî li Iraqê Emar Hekîm pêkanîn û her di wê civînê de Hekîm tehdît li kurda kir. Ewên destê xwe li ber dijmin datinin serhev û li dijê destketiya herî mezin ya kurda derdikevin xiyanetê dikin. Tişta tenê hevbeş di nava Goran û Komeleyê de heyî girêdana wan ya li gel Bexdayê ye.Her kesên ku pişgiriya referanduma serxwebûnê dike , divê van aliyên ku astengan di rêya referandumê de çêdikin şermezar bikin û bala wan bikşînin. Goran û Komele xirabiya herî mezin li kurd û Kurdistanê dikin.Herdu rêxiztina bi zora Bexdayê daxûyaniyek hevbeş balav kirin û daxwaziya şûnde dana referandumê dikin.Goran û Komele daxûyaniya xwe ya hevbeş de dibêjin: Referandûm pêngavek be, ji bo ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi navçeyên ku hatine birîn be, lê têbînên me yên cidî li ser rê, mîkanîzm û amadekariyên ku niha tên kirin, hene.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: