Ergenekon: Girtinên nû

Di çerçova doza Ergenekonê de cardin hinek tişt eşkere bûn û di encam de li gelek bajaran lêgerîn hatin kirin. Piranîya wan leşker 20 kesên din hatin girtin. Doza Ergenekonê roj bi roj berfireh dibe û gelek zehmet dixweyê ku di demek nêzik de ew doz bi awayekî bête encam dan.
Ji ber ku, her roj navên nû û delîlên nûjen derdikevin hole.Ev girtina dawî rewşa vê doze dirêjtir kir. Li bajarê Malatya hinek kesan êrîş biribûn ser pirtûkxaneya Zîrve û 3 kes kuştibûn, kesek ku hatî kuştin hevwelatiyê Almanya bû.
Eve qasê salekiyê hinek agahdarî di destê dozerên Ergenekonê de hebûn, lê dema dawî CD yek kete destê wan ku axavtina hinek kesên ku plana êrîşa pirtukxaneya Zîrve kirîn hebû. Di encam de doh polisan bi biryara dozgerê Ergenekonê Zekeriya Oz li bajarên cuda 20 kes girtin.