Referandum pirsa mayîn û nemanîyê ye
Di vê pêvajoya ku başûrê Kurdistanê ber bi referanduma serxwebûnê ve diçe, li Bakur jî şerek berfireh heye. Rojane di medyayê de nûçeyên operasyonên nû tên belav kirin û her carê behsa hêjmara çekdarên PKKê yên ku jiyana ji dest didin têne kirin. Ji aliyek din nûçeyên kesên ku ji rêxistinê direvin û teslîmê hêzên Tirkan dibin di medyay Tirkî de cih digre. Her çend rojan bîlançoya operasyona di medyayê de tê ragihandin.Gelek kes vê yekê wek şerek psîkolojîk dibîne û bi awayekî xwe dixapînin. Ew kesên jiyana xwe ji dest didin ciwanên kurdin û ji bo armancekî derketine serê çîyan, lê ew zihniyeta ku wan dide kuştin û li ser xwîna wan di nav civatê de roja xwe dikin roj bi siyaseta xwe xizmeta dijminan dikin. Ji ber ku tu armanca vî şerî tuneye. Ev şer ne di berjewendiya kurdan de ye. Şereke ku civata kurd têk birîye û tenê zererê dide kurda bi xwe.PKKê dest kuştina kesên sivîl kiriye, du cigirên serokên AKPê li navçeyên Kurdistanê hatin kuştin. Ev yek bi xwe jî rewşa ku heyî dide xûyakirin. Kesek û tu siyaset bi kuştina kesên sivîl tu tiştekî bi destve nayne.Îro li bakurê Kurdistanê pişgiriyek mezin ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê heye. Gelek kesayet di nava HDPê de bi dengeg bilind pişgiriya xwe ji bo referandumê didin xûyakirin. Ev yek PKKê aciz dike , ji ber ku xeta netewî û hestên netewî di nav bingehê PKKê de belav dibe.Ji aliyek din PKK hewldide ku rojevên din peyda bike da ku sihekî li bakurê Kurdistanê bêxe li ser rojeva referanduma serxwebûnê.Ji xwe maşileh medya Başûrê Kurdistanê di vê derbarê de kasî nûçeyên valê yên HDP û derdora wan belav dikin, ewkas bi germî behsa referandumê nakin. Ev jî trajediyek siyasî û kompleksek psîkolojîk ya beşek karmendên medya Başûr e.Ji bo her kurdek welatparêz rojeva siyasî îro divê referanduma serxwebûnê be. Nabe kesek bi merc behsa pişgiriya vê bûyera dîrokî bike. Gerek her kurdek niştimanperwer bê qeyd û şert pişgiriya referanduma serxwebûnê bike. Ji ber ku ev babetê girîng û dîrokî bûye pîvanek di kurdeyatiyê de. Vêca herkes li gor baweriya xwe sinorekî ji vê pîvanê re datîne.Îro çavê cîhanê li referanduma Kurdistana Başûr e, ev yek ji bo çarenûsa kurda pirsa mayîn û nemayînêye. Her bûyer yan jî çalakiya zererê bide vê pêvajoyê, her gava ku sihê deynê li ser rojeva referandumê zererek mezin dide doza kurd û Kurdistanê û dikeve di xizmeta aliyên ku dijminatiya serxwebûna Kurdistanê de.Kurd li hemû beşên Kurdistanê û derveyê Kurdistanê amadebûna festivalên pişgiriya referanduma serxwebûnê dikin. Pêwiste her kurdek devera lê dimîne pişgiriyek mezin bide van festivalan û di nav de cih bigrin. Eger ev yek neyê kirin gotin hemû vale dimînin.7.7.2017Dara Bilek