Îran Kurdistana Başûr, zozanên ku koçer lêne dide ber topan. Îranê zozanên Konerê, Kêfaristan, Qebrokan, Rêzan û Girdogo li devera Balekayetî topbaran kir.Li gor agahdariyên ji deverê jinek birîndar bûye û bombeyan zererek mezin daye deverê.Li ser vê yekê hukumeta Kurdistanê banî konsulusê Îranê yê li Hewlêr kir û nota da hukumeta Îranê.Di derbarê bûyerê de humeta Kurdistanê daxûyaniyek belav kir û dibêje: Ev di demekê de ye ku em girêdayî prensîbên cîrantiya baş û destnexistina nav karûbarên yekî din in û di navbera Îran û grûpên opozîsyonê de li ser pirsgirêkên navbera wan, em ne aliyek in.”Hukumeta Kurdistanê berdewamiya daxûyaniya xwe de radigihîne: “Em naxwazin koçberên ku li deverên ser sînor dijîn, herwiha niştecihên gundan û sivîlan bibin qurbaniyên topbarana Komara Îslamî ya Îranê.”“
Pêş
05/06/2026
Aloziyên di nava CHPê de ber bi damezirandina partiyek nû ve diçe
05/06/2026
Civîna navbera Zeîdî û nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de erênî derbas bû
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Trum Tê Tirkiye03/06/2026


