Nivîsar

Erênûkirina referendûmê mafê kurdan e

Bêguman Kurdan hertim bi rihekî umetwarî, vê umeta pîroz bi pileyeke bala parastine, lê mixabin KURD îro bûne sêwiyên Umeta Îslamê. Bi vê yekê jî dîsa Kurd bi têgehiştineke zelal a umet û biratiyê, hertim di radeya pêşî de bûne. Ji ber vê dilovaniya Kurdan e ku heta îro jî, dewleteke Kurdan çênebûye. Lê belê hin dewletên Rojavayê, herweha hin dewletêm bisilman ên nûrerê wan jî, cewrkariyên ku ne babetên aqil e û ku bi çu rengî nayên sêwirandin jî, bi Kurdan kirine û axa wan dabeşê ser pênc pişkan kirine. Divê neyê jibîrkirin ku Neteweyê Kurd amade ye, eger bihevretiya Umetê çêbibe, di binê siwana dewletekê de amade bibe. Ji xwe dewleteke Kurdan tune, lê ev bihevretî ji aliyê dem û cih ve, niha mikun nayê dîtin. Jiber ku niha ji 60î zêdetir dewletên bisilman hene. Xirabkirina van hemuyan û çêkirina wek dewleteke tenê, li gor cih û dem bê îmkan e. Ji ber hindê di Şûraya Komara Îslama Hevgirtî (BIÇ) de, mafê Kurdan jî mafekî rewa û dadeyî ye ku bête misogerkirin, ev hem îslamî ye û hem jî mirovatî ye. Ji ber van hawayan, divê Kurd jî di referandumê de hebûn û bihevretiya xwe bidin nîşandan. Encama ku derkeve holê jî, divê her kes rêz lê bigire. Lewra ew mafê heyî ji bo hemû biratiya bisilman, ji bo Kurdan jî mafekî erênî ye û divê bi cih were jî. Lê belê divê Kurd neyên dek û leyztikên emperyalistan. Ji ber ku hêzên emperyalî û taşronên wan, di pêvajoya mêjûyî de tenê sûda xwe bereçav kirine û xwe ji bo daqurtandina xelkên cewrlêkirî nedane paş.Divê neyê jibîrkirin ku rojên dijbertiyê, divê bi aliyekî din ve bêtin dehfdan. Lewra îro roja yekbûna hevkarî û biratiyê ye. Bêguman di hevkarî û bihevretiyê de, hêz û bereket heye. Divê her kes di rêrasteya Quran, Sunet û aqilê rasteqîne de berpirsyariya xwe têbigehe û di vê rêrasteyê de tevbigere. Ez ê peyama xwe bi van şîretên Bedîuzeman Mele Saîd Norsî bigehînim dawiyê: – Rastî, rastî û rastî!..- Xendin, xendin û xendin!..- Desthevgirtin, desthevgirtin û desthevgirtin!…Silav û bi duayên baş… Mele Nizamedin Yakişik25/ 06/ 2017

Back to top button