Civak

Hêvî ewe ku em hemû cejnên xwe di Kurdistanek serbixwe de pîroz bikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, di peyamekê de cejina Remezanê pîroz dike û ev li jêr teksta wê peyamê:Em, cejina Remezanê, destpêkê, li malbatên serbilindên şehîdên nemir yên Kurdistanê û pêşmergeyê mêrxas û canfîda, û li hemû xûşk û birayên misilmanên Kurdistan û timama cîhanê pîroz dikin û cejineke şad û bihênvedaneke aram ji hemûyan re dixwaz in.Di vê cejinê de, em, bi qedir û rûmetek mezin yada azîzan, ew şehîdên nemir dikin û ser û bejna xwe li hembwer wan diçemîn in yên ku bi mêrane can û xûna xwe ya paqij bi Kurdistan û parastina gelê me bexişî daku Kurdistan di nava aramiyê de bijî û bi xêra wan mêrxas û qurbanîdana wan em ber bi paşerojeke geştir gavan pavêj in.Em, hêvîdar in ev cejine, ka çawa di jiyana olî û civakî de cejina aşitî û pêkvejiyanê ye, di hemû warên din jî de bibe rêxweşker û hilgira aşitî, biratî, yekrêzî û karê bi hev re ji bona derbaskirina kirîzan û çareserkirina hemû pirsgirêkan û em hemû cejin û bîranîn xwe yên bên di rewşeke baştir û di Kurdistanekê de bikin ku timama mafên rewayên gelê Kurdistanê tê de bi cî hatibin.Careke din cejin li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xweşî be, her di nav xweşian de binNêçîrvan BarzanîSerowkezîrê Herêma Kurdistanê24.06.2017

Back to top button