Civak

Bi hemû hestên netewî û hêviya Kurdistanek serbixwe cejna gelê xwe pîroz dikin

Miletê kurd wek miletek bindest hemû cejn û rojên xwe yên netewî û pîroz di bin destê dijminên hovane de pîroz dike. Kurd eve çendên salane  bo ji koledariya azad bibin şerek mezin rêve dibin.Di vê qonaxa ku em têre derbas dibin firsendek dîrokî hatiye ku miletê Kurd ji bindestiyê xilas bibe û welatek serbixwe de azad bijî.Em bi hemû hestên netewî û mirovatî cejna Remezanê li gelê xwe pîroz dikin û hêviya me ya herî mezin ewe ku, xwîna peşmergeyên qehreman dara serxwebûnê av bide û miletê kurd bighe armanca xwe ya dîrokî.Bila ev cejna pîroz li hemû pêşmergeyên Kurdistanê û malbatên şehidan pîroz be.Cejna hemû kedkarên riya serxwebûnê pîroz dikin. Hêvi dikin ku cejnê werin di welatek serbixwe de , di bin ala Kurdistanê de  bi azadî bêne pîroz kirin.Rojevakurd

Back to top button