Civak

DAÎŞê êrîşê pêşmergeyan kir

Îro berê sibehê li devera Xurmatû çar xwe kujin DAÎŞê êrîşê pêşmergeyam kirin. Armanca xwekujan ew bû ku xwe bighînin çeperên pêşmergeyan û xwe di nav pêşmerge de biteqînin.Li gori agahdariyan 2 demjimêra şer navbera çekdarên DAÎŞ û pêşmergeyan de berdewam kiriye. Her çar xwekuj hatine kuştin. Di vê bûyerê de pêşmergeyek birîndar bûye.Di derbarê vê bûyerê de Rudaw  radigihîne ku; Di vê êrîşê de tenê pêşmergeyek birîndar bûye. Herwiha piştî vê êrîşê Hêzên Pêşmerge li herêmê dest bi operasyonê kirine.”Navçeya Xurmatû ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye û 100 kîlometreyan ji nevanda bajarê Tikrîtê dûr e.Hejmara rûniştvanên Xurmatûyê bi gund û bajarokên derdorê ve nêzîkî 220 hezar kes e û ji sedî 60 kurd in, ji sedî 25 tirkmen û ji sedî 15 jî ereb in.  

Balkêş e ?
Close
Back to top button