Ezîz Mihemed roleke ber bi çav di bizava siyasiya Îraq û Kurdistanê de hebû
Ezîz Mihemed, kesatiyê navdarê Kurdistanê û çend salan sekreterê Partiya Komunîsta Îraqê bû, roja 31.05.2017ê li bajarê Hewlêrê wefat kir. Bi vê minasibeta xemgîn, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peymake hevxemî û sersaxiyê ji malbat û Partiya Komunîsta Kurdistanê û ya Îraqê re raşnd û ev li jêr teksta wê peyamê:Malbata birêz Ezîz MihemedKomîteya nawendî ya her du; Partiyên komunîst ya Kurdistan û ya ÎraqêNûçeya wefatkirina birêz Ezîz Mihemed, tekoşer û kesatiyê navdarê Kurdistan û Îraqê, em xemgîn kirin. Bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê ji we yên birêz, kesûkar û hemû alîgirên rêbaza xwedêjêrazî re dixwaz im.Ezîz Mihemed, weke kesatiyek welaparêz û azadîxwaz, roleke ber bi çav di bizava siyasiya Îraqê li dijî diktatoriyê hebû û ji bona bicîkirina azadî û demokrasiyê li Îraqê xebateke dijwar meşand. Di nava bizava rizgarîxwaza Kurdistanê jî de, di rojên dijwarên xebata gelê Kurdistanê ji bo mafên neteweyî û niştimanî, roleke bi bandor hebû. Di çarçovey Bereyê Kurdistanî û destkirin bi pirosesa demokrasî li Kurdistanê, piştî serhildana 1991ê, beşdariyeke ber bi çav hebû.Ji malbat û kesûkarên xwedêjêrazî re sebir û tehemûlê dixwaz im û hêvîdar im ev xema wan a dawiyê be.Nêçîrvna BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê31.05.2017