Civak

Serok Barzani meha remezanê li hemû misilamana pîroz dike

Serokê Kurdistanê Mesud Barzani bi minasebeta hatina meha Remezanê daxûyaniyek belav kir û meha pîeoz li misilmanên cîhanî û Kurdistanê pîroz kir.Daxûyaniya serokê Kurdistanê:Bi navê xwedayê mezin û dilovan(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)- Sadaq allah al azîm-Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundiyê û nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê.Mesûd Barzanî30ê Şe’ban 1438 Koçî26.05.2017

Back to top button