Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê li ser vexwendina fermî ya Şah Abdullah Padşayê Şahnişîna Urdinê û bi mebesta beşdarîkirina li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Deryaya Mirî ya Urdinê serdana Şahnişînê Urdinê kir û li Firokxaneya Ammana paytexta Şahnişîna Urdinê ji aliyê şandekî hikûmî û serbazî ya wî welatî ve hate pêşwazî kirin ku ji Emîr Feysel Bin Husên û Abdullah Urîkat Şêwirmendê Padşayê Urdin û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Urdin û Parêzgerê Ammana paytext û Nûnerê hêzên çekdarên welatê Urdinê pêkhatibû.



