Konferansa haydarkirina hiv/aids
Komeleya Jiyana Erênî Komeleyeke sivîl a civakê ya avakirina tora ragihînê û hêsankirina gihîştina wan a tedawiyêye. Zêdekirina hêjahiya jiyanê, xebatên haydarkirinê, dabînkirin û xurtkirina wan a ji aliyê civakî û giyanî ye. Li hember binpêkirinên ku dijîn ligel bicihanîna peywirên xwe, di derbarê HIV/AIDS’ê de xebatên çêkirina hişmendiya civakê, pêsîlêgirtin û parastin e. Komele ji bo mafên ku bi peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin bi awayeke fîîlî pêk bên dixebite.
Komele; bi alîkariya Komîsyona Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ya HIV/AIDS’ê ya bernameya hevpar a bi navê “saziyên sivîl û civakî, saziyên hikûmet û endamên parlamentoyê û kesên ku bi HIV’ê re dijîn û dewlemendkirina hay jê hebûna wan a di derbarê mafê mirovan de zêdekirina xwedîlêderketina civakî ya HIV/AIDS’ê û komeleya rêvebirina projeyên pir hevgirtî û berfireh e.
Hevkara vê projeyê ya din jî Komeleya Jiyanê ye. Di derbarê HIV/AIDS’ê de û di mijara pêwendîdariya hemû besên civakê de amadekirina pêsnûmeyên berfireh jî di nav hedefên projeyê de ne.
Daxwaza me ew e ku pistî civînên cûr be cûr û pistî pevajo û besdariyeke demokratîk, em vê pêsnûmeyê pêskêsî Meclisa Mezin a Trikiyeyê bikin. Bi armanca ku em ji nêrîn, raman, dan û stendinên besdaran sûde werbigirin, em hevîdarin ku hûn ê bi afirandina ahengîsaziyeke demokratîk û hevkariya xurt a nûnertiya saziya xwe civîna me xurt û dewlemend bikin.
14-03-2011ê seet :09:00/17:30 te pekanin.
14’ê Adarê Roja Dusemê, 2011, Amed, Eywana Civînê ya Parqa Sumerê