Civak

Hinek sudê ji xwepêşandanê dikin

Wek tê zanîn piştî bûyera  nexweş ya xepêşandana 17-ê Sibatê li Bajarê Silêmaniyê, rewşa xwepêşandana hate guhertin. Çend partî û aliyên siyasî organizekirina xwepêşandanan dikiran. Hinek aliyan ji bo berjewendiyên xwe destwerdan di kar û barên xwepêşandanê de dikirin, grûpek ji xwepêşanderên berdem dergehê Sera ya Silêmanîyê ji koma xwepêşanderan veqetîyan.

Serpereşta grûpa dengên sazkarîyan û serbixweyîyê Ejî Cemal di kongireyeka rojnamevanî de di vê derbarê de ragihand, ku grûpek ji xwepêşanderan ji koma xwepêşanderên berdem dergeha Sera ya bajaêrê Silêmanîyê veqetîyan û weha jî da xuyakirin, ku wê grûpa han du daxwazên serekî heye.
 
Ejî Cemal got: Yek ji daxwazên wan kesên ku ji koma xwepêşanderan veqetîyan ew e, ku kar ji bo serxwebûna Kurdistanê bitê kirin û daxwaza wan a duyem jî ew e, ku sazkarî di sistema rêvebirinê (hukumkirinê) de bitê kirin.
 
Ejî Cemal da xuyakirin, ku çend grûp û alîyên siyasî dest bi ser xwepêşandanê de girtine û sûdê ji xwepêşandanên xelkê werdigirin, da ku bêtir berjewendîyan ji bo xwe berdest bikin.

 

Nûçe: Hawrê Baweys / Silêmanî

Back to top button