Xenî Bilûriyan di temenê 86 salî de koça dawî kir
Xenî Bilûriyan ku wek (Mam Xenî) tê naskirin doh 09.03.2011ê li mala xwe ya bajarê Koln ê Elmanyayê di temenê 86 salî de koça dawî kir. Bi vê minasebeta xemgîn, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke sersaxiyê pêşkeşî gelê Kurdistanê, malbat û hevalên xwedêjêrazî Xenî Bilûryan kir.
Barzanî di peyama xwe de dibêje; ” Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya têkoşer û çalakvanê siyasiyê kevinê kurd Xenî Bilûriyan gihîşt me, ku hemû jiyana xwe ji bo serbilindiya gelê Kurdistanê terxan kiribû. Her wiha remzeke diyara tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê bû û bi sedema wan çalakiyên siyasî bi giştî 25 salan di zîndanê de ma bû û demeke dirêj jî li koçberiyê da jiyaye.”
Serokê herêma Kurdistranê giringiya rola Bilûriyan dike û dibêje: ”Ji destdana kak Bilûriyan, gelê me kesayetiyeke bi bandor ji destda, bi vê wateyê jî me dostekî kevin û bi wefa û dilsozê xwe ji destda.”
Barzanî hevxemiya xwe bi hemû xelkê Kurdistanê, malbat, kesukar û hevalên xwedêjêrazî radigihînînê û dibêje: ”Em dilniyane ku navê wî têkoşerê mêrxas li asîmana Kurdistanê da û li nav rûpelên dîroka pir serweriya neteweya me da bi zindî dimîne.”
Serokê herêma Kurdistanê di dawiya mesaja xwe de dibêje: ”Hezar rehmet li ruhê paqijê vî nîştimanperwerî be û ji xwedayê mezin hêvîdarîn ruhê wî yê paqij bi bihûşta fireh û berîn şad bike ku koçkirina wî keserekî mezin xistiye dilê hemû Kurdekî.”
Bilûriyan, ji ber çalakiyên dijî hikûmeta Îranê bi giştî 25 salan di zindanê de maye û demeke dirêj e li derveyê Îranê jiyana xwe derbas dikir. Bilûriyan sala 1924ê li bajarê Mehabad ji dayik bûye û di 18 saliya xwe de dest bi karê siyasî kiriye. Yek ji damezrênerê (Rêxirawê Lawên Kurd) bû, piştre bûye endamê yekemîn kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê.
Mam Xenî sala 1978ê di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de ji zîndanê rizgar bû. Bilûriyan ku demeke dirêj a temenê xwe li Elmanya derbas kiriye di sala 1997an de kitêba bîreweriyên xwe bi kurdî li Swêd çap û belav kiriye.