Bila ew roj ne roja Xwedè ba
Beşa: 2Ji Osmanîyan , M Kemal û heyanè R T Erdogan ka çi biserè me de anîne ?Kilamek dengbèjèn me yèn Serhedè heye dibèjin : “ Bila ew roj ne roja Xwedè ba ku Mihemedè Elî Begè li Metèranè di bu Nèvan. “ Bila ew ne roja xwida ba ku lawè Turanîyan 1071 de, di Derîyè Kela Milazgirè re ketin Axa Kurdîstanè. Siwarèn Hespan kom û kolos li serè wan hatin ber derîyè Milazgirè . Eşîretèn kurd wan pèşwazî kirin, ji wan pirsîn « Gelo çi qewîye hûn kîne û ji ku tèn » Camèran « Em Tirkin ji ber èrişan û xelayè em ji Asya Navîn hatıne welatè we. Em Bisulmanin, siwarèn Hespa û Şervanin . Ger ku hun bi destur bidin emè derbasè Anatolya navîn dibin ». Pis vana gotinan Eşîratè Kurdan dilxweş bun vana birayè me yèn ‘Olîne’ ma ewèn jibil karèn qencîyè çi zirar û xisaran bidin me ?.Dema şuna lingè xwe girtin , berî dane Gelèn mayîn û Bawerîyèn wan. Bi navè Fethè û Ola Yezîdè la Mawîye Fermanan deranîn. Sitembol, Konya û hemu Bajaran kirin text û payèn xwe. Şèx , Mele Dede M Celaledînè ïranè ve hemu kirin xizmeta Osmanîyan . Kesèn ku li hemberèn wan rabun Sirgun , Talan û kuştin.Ji Merwanîyan heyanè Bedîrxanîyan sirgunè Girît û Surîyè u Kahîrè kirin. Kilîseya herî mezin li Stenbolè ya bi navè Ayasofya vegerandin muze û Mizgevtan. Bi bobextan û iftira li Pèxemberè Ïslamè kirin , ku gotîye Fatîhek rabe Kostan tînî(Stenbolè ) fetih bike. Er men, Asurî û hemu Bawerîyan tune kirin ûbi darè zorè bune Bisulman . Em Kurd û Gelèn ku me bi hev re jîyan dikir, wek Erman çewan ku di Kilama Metran Ïsa yè Dèra Axtamarè , Meyrema Bav file û Elîyè Qolaxasî. Jı ber Walîyè Osmanî direvin xwe davèjin ber bextè Metran îsa. Em Kirîb û dostèn hev bun , lè mala bè bextan û bè bextîya nav xweyî û Dagirkeran bi sewite .Lè Di ava kirina Alayèn Hemî dî de, me Kurdan Kurdan bi xwe bi xwe û Gelèn mayîn k ;irin neyarèn hev. Wek Cerdevanèn îroyî û Cerdevanèn bi navè Sîyasî û Parlanenî ku dane dora xwe. Di berîyè dema hatin ji bona bikevin nava Bisulmanan Ola îslamè qebul kirin , bune bisulman . Lè ? Dure Bisulmanan kirin Tirk û Osmanî. Ji bona desthilatdarîya xwe bi navè Şexul îslamèn xwe ve Fetwayèn derew èn Emewîyan deranin. Bi van fetwan Zarok û Birayèn xwe kuştin , ji bona sibe roj nekevin Seraya wan.Dure Jon Tirkan û Enwer paşayè wan ve di Sarîqamîşè de bi Sed hezar leşkerî ve tèk çun. Osmanè di Pemaymana Mondirosè de ji holè rabu û bu kefa Sabunè. Hatina wan a Kurdîstan û Anatolyè tovè fitne û fesadîyè wek siringè berdane reh û lasèn Mirovatîyè. Piştî Emewîyan Ola îslamè bu Selnet û zordariyè. Bi navè Polè Jin û Dayîk bune Carîye , ji bona xwe tişta helal heram, ya heram û nelirè jî helal kirin. Navè wan , Qanunî , Fatîh , Murad û Barbaros bune lè mixabin ji wan hin kesèn ku ne Tirk bune herî zède ewan li Gelan û Bawerôyan zilim û zordarî kirine.Lè carek din bila Ew roj ne roja Xwida ba, Sèwîyè Osmanîyan li Saraya wan mezin bi bu ,Miste fa Kemal û Atayè wan Silavek da Gelè me . « Gelî Birayèn Kurd û Bisulman Neyaran dor li me girtin Bav û Kalèn me Kuştin ewè bikevin Axa me. Ol û Mizgevtèn hilweşînin Hewar… Ji bona Xwida rabin. » Sèx , Mele û Rusipîyèn me Li dora Kemalè Selanikè kom bun. Ev camèrè çav hèsîn û delal dîyarîyeke ji bal Xwida ji me re hatîye . Navè Bavè wî Elî Riza , Dayîka wî Zibeyde ye navè Bisulmanaye û bi Cibe û tizbîye, ‘bi Mala xwedè Camèrek qence’. Heya vira başe lè ka ji vir wiha wè çewabe , emè bi hev re bin. Di beşa Duyemîn de berdewam dikin , ka merîfet û xelata Kemalîstan li me kurdan kirîye ?Bi vè wesîli di şsexsîyeta Şehîdèn Helebcè de hemu Şehîdèn Azadîyè bi bîr tînim ,ji Tèkoşer û berxedèran re serkevtin dixwazin. Feyzî Mîrhesen / Parîs