Opozisyona Suriye tu rola Îranê qebûl nake
Piştî îmzekirina welatên piştgir ji rêkeftina agirbestê re Rûsya, Tirkiye û Îranê ji belgeya pêkanîna 4 deverên aram li Sûriyê, şanda opozîsyonê ji danûstandinan vekişiya û nerazîbûna xwe da xuyakirin.Berdevkê opozîsyonê Osame Ebûzêd got, ew weke opozîsyon ti roleke Îran weke welatekî xwedî gerentî ji vê projê re qebûl nakin û gereke ti hebûneke Îran û mîlîşyatên wê di Sûriyê de nebe û ew bi ti biryarekê ku yekperçeya Sûriyê neparêze qebul nakin.Ji aliyê xwe ve, endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa opozîsyona Sûriyê Fûad Elîko ji K24ê re ragihand, nêrîna Rûsyayê ya derbarê avakirina 4 herêman ku şer lê kêm bibe û rewşa mirovî baş bibe, bi gerantiya Rûsya, Tirkiye û Îranê, lê opozîsyona Sûriyê dixwaza rawestandina şer li tevahiya Sûriyê be, ne tenê li wan 4 devaran be.Herwiha Elîko got jî, opozîsyon ti rola Îranê di agirbestê de qebûl nake, Îran aliyekî şer e û ji destpêka şoreşa Sûriyê de piştgîriya rêjîmê dike.Di danûstandinên Astanayê de, welatên gerantiya agirbesta li Sûriyê dikin Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser avakirina 4 deverên aram li Sûriyê lihev kirin.