Cîhan

Li Şingalê PKK pêşmergeyekê xwebexiş yê swêdî revand

Li Şingalê hêzên ser bi PKKê ve pêşmergeyekê xwebexiş yê esil swêdî revand ku ev nêzkî salek û niva bû li gel pêşmergeyê Kurdistanê şerê DAÎŞê dikir. Pêşmergeyê xwebexişê ji Swêdê çûye Şingalê daku digel pêşmergeyê Kurdistanê şerê rêxistina terorîstiya DAÎŞê bike navê wî Tony ye û jiyê wî 51 sal e.Li gor rojnameya swêdî Aftonbladet Tony sms ji birayê xwe yê li Swêdê re şandiye û jê re gotiye ku rojnameya Aftonbiladet û berprisên swêdî agadar bike ku ew ji aliyê grûpeke çekdar a ser bi PKKê be bi navê YBŞê ve hatiye revandin û di zîndanê de ye.Birayê Tony ku, ji ber sedemên emîn, nexwestiye navê xwe ji Aftonbikadet re eşkere bike ji rojnameya swêdî re dibîje:- Tony ji aliyê rûpeke kurdî ve bi navê YBŞ ve hatiye revandin û zîndanî kirin, ew li Şingalê li bakurê Îraqê û nêzîkî tixûbê Suriyê di zîndanê de ye. – Ew çû wir ku qencîyekê bike, lê ev yek hat serê wî, ev çi cehneme. Birayê min gelek kêm daxwaza alîakriyê dike, lê niha ew dixawaxze meseleya wî berbilav bibe û her kes bizane û bikeve mediyayê, ji ber ku ew ditirse ew grûpa çekdar tiştek xerap bi ser wî bîne.

Balkêş e ?
Close
Back to top button