Hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser sînorê navçeyên Amêdiye û Zaxo ya Duhokê xwe ji bo şer amade dike. Herwiha li ser rêyên Amêdiyê jî mayîn û bombe vedane.Dîroka hatina PKKê ya sînorên Başûrê Kurdistanê vedigre salên 1980an. Lê piştî Raperîna Adara 1991ê, PKKê hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêdetir kir. Bi taybetî li ser sînorê Başûr û Bakûrê Kurdistanê, li ser sînorên Zaxo, Amêdiyê, Dînaya û li Qendîlê, herwiha di dewiyê de jî li Şingalê.Li gorî pêdaçûnên Rûdawê niha 361 gundên nav sînorê parêzgeha Duhokê di bin venêrîna PKKê de ne. Piraniya wan gundan jî yên navçeya Amêdiyê ne. Niha nêzîkî ji sedî 75ê gundên Amêdiyê di bin kontrola PKKê de ne.Ji ber aloziya vê dawiyê ya li Şingalê ya di navbera Pêşmergeyên Rojava û yekîneyên Berxwedana Şingalê, PKKê tevgera xwe ya li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û bi yatbetî jî li Amêdiyê, zêdetir kiriye. PKK îdîa dike ku dê operasyoneke mezin bibe Mûxtarekê gundên devera Amêdiyê ji Rûdawê re got; “Beriya çend rojan berpirsên PKKê hatine mala me. Ji me re gotin, ku Tirkiye plan dike êrîşî ser Başûrê Kurdistanê bike lê ew nizanin ka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) jî dê hevkariya wan bike yan ne.”Berpirsên PKKê gotine, Tirkiye dê di heman demê de ji bejayî û esmanê ve êrîşê hemû kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê bike.Mûxtarê gund da zanîn, ku berpirsên PKKê ji wî xwestine ku nîştecihên gund agahdar bikin da ku neçin ser rêyan ji ber ku wan rê mayin kirine.Zêdetirî 15 sal in nêzîkî 5 hezar gerîlayên PKKêli herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê ne. Li ser sînorên Başûrê Kurdistanê di bin navê “Herêmên Parastina Medyayê” de herêm ava kirine. Li navçeya Amêdiyê herêmên Zap, Gare, Metîna û Avaşîn, li sînorê Zaxo jî Heftenîn dikevin nav vê herêmê.Bi tevê baregaha sereke ya Qendîlê, li herêmên Xakurk û Xinêre jî hêzên PKKê hene. ji bilî van hêzan, li Çiyayê Şingalê, navenda Şingalê û Xanesorê jî baregah û rêbendên wan hene. li Şingalê hêzekî ji kurdên êzidî avakirine. Li hemû deveran jî serbazgehên perwerde û rahênanê danîne da ku endamên nû bikin gerîla. 270 gund hatine valakirin Navçeya Amêdiyê ji aliyê rûberê ve navçeya herî mezin a parêzgeha Duhokê ye. Nêzîkî 270 gundên Amêdiyê, ev 15 sal in ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirkiyê û hebûna kampên PKKê hatine valakirin.Hemwelatiyê bi navê Şeban Mêzî yê 65 salî ji nahyeya Dêrelûkê ye û fêkî û sebzeyan difiroşe.Mêzî dibêje; “Hebûna hêzên PKKê û bombebarana Tirkiyê ziyaneke mezin daye aboriya vê navçeyê. Her sal eger nîştecihên vê navçeyê bikarin berhemên xwe yên çandinê kombikin, dê bikarin nêzîkî 15 milyon dînaran bidest bixin. Lê ji ber vê rewşê nikarin.”Şeban Mêzî behsa rewşa ne baş a aboriya akînciyên herêmê dike û dibêje; “Piraniya van gundan niha di bin destê PKKê de ye. Her sal her malbatek 15 milyon dînaran zirar dike. Ji ber ku nikarin berhemên xwe yên çandinî û yên ajalan kombikin.”Li gorî amarên Wezareta Plandananê ya Herêma Kurdistanê di salên 2014 û 2016ê de parêzgeha Duhokê parêzgeha herî hejar bûye. Ev yek di demekê de ye, ku navçeya Amêdiyê beriya raperînê navçeya herî dewlemend a dahatên çandinî û ajaldariyê bû. Herwiha ev herêm her sal mazovaniya hejmareke zêde yê geştiyaran dike. PKKê tevgera xwe zêde kiriye Çavkaniyekê ji navçeya Amêdiyê ya PDKê ji Rûdawê re got; “Piştî şerê Xanesorê gerîlayên PKKê tevgera xwe ya li nav sînorên Amêdiyê zêdetir kirine. Piraniya rêyên sereke û stratejîk jî bi mayin kirine. Beriya çend rojekê rêya sereke ya di navbera gund3en Orman û Urmedayê ya nahyeya Kanî Masiyê teqandine.”Heman çavkaniyê diyar kir; “Niha PKK ditirse ku Artêşa Trikiye yan jî PDK ji Herêma Kurdistanê ve êrîşî wan bike. Bi berdawî ji xelkê dipirsin ka tevgera leşkerên tirk heye yan ne.”Di destpêka kontrolkirina nahyeya Sinûnê ya Şingalê, PKKê li vê herêmê rêbendek danî. PDKê ji PKKê xwest ku vê rêbendê rake. Herwiha PKKê li navçeya Kersê ya Şingalê jî heman awayî rêbendek danî.Li gorî zanyariyên Rûdawê, PDKê çend caran ji PKKê xwestiye ku van rêbendên xwe rake lê PKKê ev daxwaz qebûl nekiriye. Lewma jî hinek berpirsên leşkerî yên PDKê pêşniyar kirine, ku bi rêya bikaranîna zorê PKK ji van deran bê derxistin lê di asta bilind de ev daxwazî nehatiye qebûlkirin. Berpirsên PDKê gotine eger zor bê bikaranîn dê ev şer Zaxo, Amediye û Qendîlê jî lixwe bigre.Lê Berpirsê Liqa 18 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Amêdiyê Omer Ureyî dibêje; “Derbarê tevgera hêzên PKKê de em ji hemû tiştan agahdar in. Heman hêzên PKKê ne ku beriya niha li van deran bûn û me ti tevgereke wan a ne asayî nedîtiye.”Rudaw
Pêş
Flaş
28/06/2025
Şêx Seîd Îslam û Kurdistan
28/06/2025
Şêx Seîd Îslam û Kurdistan
28/06/2025
PWK:Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Têkildar
Balkêş e ?
Close