Cîhan
El-Qaîde banga aloziyê kir
Grûbek bi navê Lîvayên Abdullah Azam ku girêdayiyê El-Qaîdene bang ji xelkê Siudî kirin ku li dijî Malbata Qraliyetê serê xwe rakin û desthilatdariya wan têk birin.
Daxuyanî ji aliyê malperekî grûbê ve hatiye weşandin û diyar kirin ku ‘’ Malbata Qraliyetê bala xwe nedane ji pêwîstiya xelkê û bi awayekî destbelavî mesref dikin ji ber vê yekê divê desthilatdariya wan ji holê rabe.
Grûba Lîvayên Abdullah Azzam diyar kirin ku Malbata Qraliyetê digel Emerîkayê peymanên veşartî dikin û nahêlin ku xelk ji dahatiya petrolan îstîfade bikin.
Di daxuyaniya grûbê de li dijî Qraliyetê gefên êrîşê tên xwarin û li ser têkbirina serok dewletên Misr û Tunisê kêyfxweşiya xwe jî anîn zimên.