Lêpirsîn: LHK û PDK li pêş e
Li gora lêpirsînekî ku dezgehê Mukriyanî pê rabû, weha hat xuyakirin ku Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî û Partîya Demokrata Kurdistanê, di prosesa van hilbijartinan de li pêş in. Hilbijartinên parlementoya Iraqê di 07.03 .2010-ê de bine encamdan û ev lêpirsîn jî, di rojên 21-27-ê meha derbasbûyî de hatiye çêkirin.
Li gora encamên vê lêpirsînê yên nava bajêrê Kerkûkê, ji % 97.02 ji hevwelatîyan dixwazin, ku beşdarbûnek berfireh di van hilbijartinan de çê bikin.
Li nav bajêrê Hewlêrê jî, ji % 91 ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku gerek beşdarbûnek mezin di van hilbijartinan de çê bibe.
Li nava bajêrê Silêmanîyê jî, ji % 86.01 ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku beşdarîyê di evan hilbijartinan de bikin.
Li bajêrê Duhokê jî, ji % 87 ji hevwelatîyan daxwaz kirine, ku gerek hemû hevwelatî beşdarîyê di encamdana van hilbijartinan de bikin.
Di vê lêpirsînê de weha jî hatiye xuyakirin, ku ji % 84.03 ji xelkê bajêrê Kerkûkê daxwaz kirine, ku xelk dengên xwe bidin Lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî.
Li gora vê lêpirsîna Dezgehê Mukriyanî:
Li Kerkûkê dê ji % 80.03 ji xelk dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.
Li Silêmanîyê ji % 38.06 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.
Li Hewlêrê ji %63 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.
Li Duhokê ji % 72.04 dengên xwe bidin Hevpeymanîya Kurdistanî.
Her li gora vê lêpirsînê, Partîya Demokrata Kurdistanê jî, li pêşîya hemû partîyên kurdistanî ye.