Civak

Peyama hikûmetê: Tu hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bişkîne

Hikûmeta Kurdistanê bi minasibeta serhildana gelê Kurdistanê di adara sala 1991ê de pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, pêşmergeyê û xelkê Kurdistanê dike û dibêje:- Serhildan bi fedekariya pêşmerge û xelkê Kurdistanê hat encam dan, serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bi ser dagîrkeran, sitem û diktatoriya rijêma berê ya Îraqê bû, serhildanê ispat kir ku îrade û canê şoreşgêriyê gelê Kurdistanê ji hemû hêz, çek û sitemekê bihêztir e û tu hêzek nikare wê îradeyê bişkîne.Serhildan berhem û berdewamiya şoreş û serhildanên berê yên Kurdistanê bû ku gelê Kurdistanê û doza rewaya gelê Kurdistanê ji bo qonaxeke din ya dîrokî veguhast û destkeftiyên weke; hilbijartina parlamentoyê, avakirina hikûmetê, binyatdanan saziyan û avêtina pêngavan ber bi aborîyeke serbixwe ve li dûv xwe anîn.- Îro, piştî 26 salan ji serhildanê, pêşmergeyên mêrxas û gelê Kurdistanê, bi giştî, ji bona parastina destkeftiyên serhildanê û avakirina paşereojeke baştir, bi mêrxasî li pêşiya terorîstan li berxwe didin û digel civaka navdewletî bergiriyê ji Kurdistan, mirovatî û buhayên mirovatiyê dikin.- Em hêvîdar in ev helkefta gelek bi rûmet, bibe derfetek û handerek ji bo bihevrekarkirin û yekrêziya di navbera hemû aliyan de daku bi hev re û bi serkeftiyane vê qonaxê derbas bikin û bigihin kenarê aramî û serkeftinê.Hikûmeta Kurdistanê sipasiya welatên hevpeyman û dostên xwe li cîhanê dike ku ka çawa di serhildana adara sala 1991ê de gelê Kurdistanê parast û hevkarî kir, îro jî digel pêşmergeyê mêrxas, digel xelkê Kurdistanê bergiriyê ji Kurdistanê bikin û terorîstan têkbişkînin.

Back to top button