Nivîsar
Şer neçareserî ye. Lê rêgirtin li pilanê nehezan Giring e.
Şer neçareserî ye. Lê rêgirtin li pilanê nehezan Giring e.Hêvîdar im Şengal û xelkên êzdî, dubare nebin qurban siyasetên çewt. Êșa êzdiyan, êdî bila nebe sed êș….Ev rûdana li Şengal qewmî, çaverê bû û netiștekî ji nișka ve bû. Eve bi dehê salan e, PKK û yên girêdayên wê û makîna xwe ya ragehandinê, ya BEKO EWANtiyê bo xizmeta Agendayên din li kar e. Rewstandina vî șerî jî di rêya xêrxwazan re, ew jî tiștekî erênî ye û bi hêviya dubare nebe.Divêt mirov 2 tiștan ji hev cuda bike: 1. Beșê civakî: Ev endam û șerker yên di nav PKK û hemî navên din de, li her çar parçeyên Kurdistan, kurd in, ji civaka me ne, xizmê me, bira û xwișk ên me ne û mirov naxwaze çipek xwîn ji tiliya wan were. (Gelo ew jî wisa difikirin)?2. PKK û hemî navên din, wek tevgerek rêxistinî, tu têkiliya wê û kurdîniyê bi hev re nîne û ta niha jî, hemî karên wê – eger em nebêjin di xizmeta dijminên gelê kurd de ne, em bi zelalî dikarin bibêjin ne di xizmeta kurd û Kurdistanê de ye.Eve demeke dirêj e, ya rast ji dema Apoçî hatine damezirandin, sinc û exlaqên siyasî berev eqarekî din ve diçe. Zimanê diyalogê nema li arayê ye. Nehezkirin û nêrîna bi çavên dijminatiyê li her kesekî, newek wan be û hez ji bijî bijî neke, û hbd. Dîroka wan ne dîrokek dirêj e, lê dîrokek hemî șêweyê êșê û têkdanê digel xwe aniye.Li seranserî dîroka Kurdistanê û navcihê, nimûneyek wek Apoçiyan tune ye, ko hewqas xerabî û zulum li miletên xwe kiribin.Her ji destpêkê ve, li dijî hemî hêzên siyasî, yên bakur, bașûr, rojava û rojhilat derket û șer di dijî wan kir, ji wan kuștin û ji xwe li rojava êș û derdên wan nayên hijmartin.Her yek dibêje șerê birakujî. Rast e, lê heme Apoçî birayê kurdan in, de bila hemî jî carekê ji hêla xwe ve bibêjin ew jî birayê me ne?!Mirov nikare bi giștî bibêje, lê hijmarek zor ji wan yên niha bûne buq bo wan, berê ji kurdîniyê re digotin êqqq… Mirovên me nehemî kor in û kûzê bîranînên wan nequl e.Ez netenê biguman im, ko PKK netevgereke kurdî, belê ez bawer im, ko ev tevgerek e li dijî damezirandina Kurdistanê ye.Ev Gotin ya wan e, dema dibêjin, em ê dewleta netewî bavêjin çopê, an jî gilêșê. „ Ma ji wê mezintir, ko navê parçeyekî, ko her roj naveke lê dikirin- Bașûrê biçûk, Rojavayê Kurdistan, Rojava û niha bașûrê bakurê Sûriya- guhertine. Grûpek wisa bi îdolojiyeke totalîter û xwedan struktûrên mafiyayî, nikare azadiyê bînin û nejî dixwaze. Ew baș têdigihe, ko pêkanîna azadiyê dawiya wê ye.Dema bi nezanibûn, ya rast pîlankirî û bi mebest 350-400 xort û keçên kurdan, li Tilhemîsê dane kuștin, dizanîbûn wê xelk vî hesabî ji wan bixwaze, rabûn qetlîama Amûdê kirin. Niha jî, dema Minbic radestî hukumetê kirin, dizanîbûn wê xelk bibêje, ka we digot, em ê Efrîn û Kobanî bikin ye. We 750 xort û keçên bisteh dane kuștin, ko hezar rehme li gora wan be, bo çî we radest kir, dest bi pîlanên șerê li Bașûr destpê kirin.(Ka di ber çi de, ev hijmara șehîdan, li herdû cihan, ko dawî mirov dizane, bi kû ve çûn? Ka kî wê agirê di kezeba dayîkên wan bitemirîne?!) „ Ez, bawer im, ko êê rojek were, kes û karên van șehîdan, bibêjin, we zarokên me dane kuștin, di ber çi de?Bașûrê Kurdistan berbi qûnaxeke dîrok ve diçe, lê dûvelankên Îranê û dewletên dagîrker û nehezên pêkanîna Kurdistanê li parçeyekî, dîn û har dibin û destên xwe yên xefiye, wek di romana Jaque London ( Destên nehênî) de, dilivênin. PKK her dem û di her qûnaxeke giring de, bizanebûn, an jî bi nezanebûn bûne destek bo dijminan. PKK herdem hewldaye, ko buyerekê li dûv ya din bike, dako milet bi xwe ve mijûl bike. Kurdistan (Bașûr), xwedan statûyeke, nabe her yek were xwe bi kêfa xwe leșgeran bicih bike û bibe regir, li pêș leșgerên fermî yên Kurdistane, ko Pêșmerge ne. Ev ne logîk e.Niha wê yek were û bibêje ev erda Kurdistanê ye û mafê kurdan e.Erê, lê hinek yasa hene, bașûrê welêt pê pabend e û nabe her yek li ser kêfa xwe binpê bike. Ev gotina, yên rexneyekê li PKK bike, ew Erdoganî û DA,IŞ e, nema nan tîne. Hemî liv û tevgerên PKK, bi hemî navên xwe ve, dikevin xizmeta ERDOGAN, DAIŞ û hemî dagîrkerên Kurdistanê..Divêt em hêla din jî jibîrnekin divê ev bête gotin: Gelek rê bi PKK hate dan û li destpêkê jî yên din bê proje û bê konsept bûn. Ta niha jî siyaseta xwe tenê êxistine, wê yekê, ka PKK, PYD, û hemî navên din çî dikin, dako rexeneyên xwe bikin û firaza xwe neçînin û bibêjin yên din gunehkar in. Ev ENKS û yên din jî ne bêguneh in û sûncê wan jî di gelek caran de, nekêmî yê PKK ye. Kî grûpên çalakvan ji hev tert û belav kirin? Kî wek istixbaratên Sûrî, peyayên xwe êxistin nav xortan de û ew çavtirsandî ji rêjîmê kirin? Kî nizanîbû dahatûya welat baș bixwîne? Kî pêșî li dijî xwepêșandana bû û gelek tiștên din.Siyaset berjewendî ne û berjewendiyên gelekan bi ve îdareya heyî ve girêdayî ne. Êdî divê her yek di ser sîbera xwe ve çem bike û berjewendiyên miletê xwe bide pêș. Di dawî de, zulum ta dawî nikare berdewam bike, lê bikêrnehatin jî ji bazarê destevala derdikeve.Bi hêviya, ko êdî dora hișmendiya kurdan ya dawî hatibe.