Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di derbarê pêşeroja Kurdistanê de dilxweşiya xwe di peyamekê de ragehand.Piştî beşdariya serok Barzani di Konfransa Asayîşa Cîhanî ya Munchenê û hevdîtina ligel Serokê Fransayê François Holland, li ser rûpela xwe Facebookê peyamek belav kir.Mesûd barzani dibêje: “Amadehiya bi hêz a Herêma Kurdistanê li Kongreya Asayîşa Cîhanî li Munchenê û danûstandinên li gel kesayetî û şandên welatên bibandor li cîhanê derbarê rewşa navçeyê û çarenivîsa Herêma Kurdistanê cihê geşbîniyê ye.”Herwiha Barzanî di peyama xwe de jî wiha got:”Ev pêgeha giran a Herêma Kurdistanê di hevkêşeyên germ ên siyasiyên cîhanê de berhema îradeya azadîxwazaî û qurbanîdana keç û xortên wê ye. “
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


