Sembola Netewî
Gelek insan hene ku behskirin û nirxandina wan zehmet e. Yan jî mirov bi yek gotinekî dikarê wan bide nas kirin.Îdrîs Barzanî kesayetek welê ye. Kesayetek zana, entelektuel û xweş gotin bû.Min rehmetî İdris Barzanî sala 1981ê nas kir. Lê piştî hevdîtina me ya cara yekê pê de, min dît ku insaneke ne mimkine ku mirov bi behskirinê kesayeta cenebê wî nas bike. Pêwist e ku mirov bibîne, guh bidê û li gel cenabê wî bide û bistîne.Her cara mirov cenabê wî didît ferî tiştek nû dibûya. Gelekî xoş sohbet bû, her demî dilvekirî û bi hêvî li pêşiya xwe dinêriya. Heta dema tengasiya de jî gelek bi bawerî behsa pêşerojê dikira û mirov dilkeş dibû.Ji aliyek din ewî dost û dijminên xwe baş ji hev nasdikiran û her demî li gora wê jî tevdigera. Di siyasetê de xwedî zekayek gelek berfireh bû. Dizaniya li gora qonaxa ku mirov têre derbas dibe siyasetê biafirîne.Baweriya min de taybetmendiyek ya wî herî mezin ew bû ku perspektîfek gelek berfireh li pêşîya xwe dinêriye.Ji bo vê yekê jî dema pirsgirêkek şirove dikir yan dî derbara bûyerekî de helwêst bida nîşandan bi hemû aliyekî difikirî li gora xwe lêpirsîn dikir û di dawiyê de biryar dida.Tu cara dema biryarek bida nedigot ka kî dê çi bêje. Eger bawer bikira ew biryar raste û berjewendiyên netewî de ye, di cih de biryara xwe dida û ji bo vê yekê jî gelek cara rexne hatine kirin. Lê her dawîyê de ya cenabê wî rast derketiye.Dema di derbarê bûyerekî de nirxandinek bikira û mirov digel cenabê wî liser pirsekî gotûbêj kirîbûya, her wextî bi belgeyan qiset dikira. Jibo wê yekê piranî wek cenabê wî dibûya û mirov pê dihesiya ku di derbarê wê bûyera ku gotubêj liser dihêt kirin xeletî bûye û gotinên wan bûyeran ve girêdayî di derbarî wî de hatin kirin ne di cihê xwe de bûn.Bê guman liser van tiştên ku ez dibêjim, bûyerên objektîf hene ku di navbera min û cenabê wî de derbas bûne û her demî wek cenabî wî derketiye. Lê di vê nivîsê de ku mirov cenabê wî yad dike ne cihê wêye em behsê bikin. Miheqeq dê rojekî behsa wan tiştan jî bê kirin.Vê yekê ve girêdayî dixwazim gotinek din bikim. Her dema wek tevger wek siyaset em nêzikî cenabê wî bûn em pêşketine û me serkeftin anîne. Lê her dema ku em jê dûr ketine û me gotinên ne di cih de derbarê cenabê wî de gotine, wek siyaset me winda kiriye û em paş ve çûne.Piranîya cara, dema mirov bê hêvî dibiya tu rêyek nadîta ku pêşîya xwe bibîne û di nava pirsgirêkan de winda dibûya û di wê rewşê de hevdîtinek ligel cenabî wî bikira di cih de cardin her tişt li pêşîya mirov ronî dibûya. Yanî mirov xemgîn biçûya balê bi keyf derdiket. Di demên tengî de jibo sekinandîya liser piya ev yek gelek girîng e.Îdrîsê her dem zindî dostê, dostê xwe bû, kesayetek wefadar bû. Bawer nakim ku kesek wek cenabê wî dost û dijmina ji hev nas bike û li gora wê tevbigeriya.Îdris Barzanî kesayetek serekebî yê agirê Şoreşa Gulanê pêxist.Mixabin Îdris Barzanî jî wek babê xwe Melle Mistefa Barzanîyê nemir gelek cara di çerçova îdeolojîya çepîtîyê de hate nirxandin û bi gelek nezanîn rexne lê hatin kirin. Halbûkî ewî ji zû de çepîtî naskirîbû û dizanîya berjewendîyên Kurdistanê li ku ve bûn. Pîvana siyaseta ji bo Î.Barzanî berjewendîyên netewî bûn.


