Cîhan

Almaniya: Herêma Kurdistanê ne bi tenê ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Get Muler wezîrê hevahengî aborî û geşepêdana Almaniyayê, piştî civîna xwe, di preskonferensekê de, roja 02.02.2017ê li bajarê Hewlêrê, bersiva rojnamevanan da û çen pirsên giring zelal kirin.Destpêkê Barzanî got:- Di civînê de, me bi awayekî giştî sipasiya Almnaiyayê û bi taybetî sipasiya cenabê wezîr kir ku, bi awayekî rêkûpêk di hemû konferensan de dengê Herêma Kurdistanê gihandiye civaka navdewletî. Me sipasiya hevkarî û alîkariyên Almaniya pêşkeşî Herêma Kurdistanê dike, çi ji bo wan koçbberên ber bi Herêma Kurdistanê hatine û çi ji bo meseleya aramiya deverên Mûsilê û hevkariyên leşkerî ji bo pêşmerge dike û çewaniya berfirehkirina wan hevkariyan, kir.- Em sipasiya parlamentoyaAlmaniyayê û xatûn Klawdiya cîgira serokê parlamentoyê dikin ku dema mana pisepor û şarezayên arteşa Almaniyayê li Herêma Kurdistamanê ku meşiq û rahînanê bi pêşmerge bikin dirêj kir, dikin û ev yek ji bo Herêma Kurdistanê alîkariyeke mezin e.Get Muler got:- Cenabê serokê hikûmetê, em sipasiya we û gelê Kurdistanê dikin, di rewşke dijwar de, sala derbasbûyî yekmilyon û heştsedehezar koçber û penaberên destê DAÎŞê, we ew hewandin. Ev karekê însanî gelek mezine, dibe ku ew hijmara zêde ya koçberan li hember pênc milyon xelkê herêmê, li Almaniya neyê tesewir kirin, lê em hatine daku piştevaniya we bikin, Yekêtiya Ewropayê jî divê alîkariya Herêma Kurdistanê bike, di vî warî de herêma Kurdistanê ne bi tenê ye.- Dibe ku bi sedena hezar koçberên din ji Mûsilê ber bi Herêma Kurdistanê ve bên, di civîna bê ya Yekêtiya Ewropayê li Biruksilê, divê Yekêtiya Ewropa û civaka navdewletî alîkariya Herêma Kurdistanê bike daku kirîza koçberan çareser bike û di hemna demê de ji bona vegera koçberan rê bê xweş kirin.

Back to top button