3’ê Reşemî
3’ê ReşemîDi sala 1924’an û di rojekî wekê îroyê de siyasetmedarê Emerîkî û sazkarê Prensîbên Wîlsonê Thomas Woodrow Wilson li Washingtonê jiyana xwe ji dest dide.Thomas Woodrow Wilson ( d.b. 28’ê berfanbara 1856 li Staunton, Virginia, DYA m. 3’ê reşemiyê 1924 li Washington, D. C.) 28. Serok Dewletê DYAyê bû û ji sala 1913 heya 1921’ê li ser text ma. Di Sala 1919’an de jî guncavê Xelata Nobel a aşitiyê hatiye dîtin.Bi xwe akademîsyenekî bû. Rektoriya zankoya Princeton û birêvebertiya federedewleta New Jersey kiriye. Wî ji bo pirsgirêkên hemdemî yên cîhanê hin prînsîb amadekiriye. Di dîrokê de bi navê “Prînsîbên Wilson” tê gotin. Di 8’ê rêbendanê 1918’î de Kongreya DYA’yê 14 xalên prînsîbên Wilson pejirandiye û daye xûyandin.Prînsîbên Wilson an 14 Pinkte, navê xwe ji 28. Serok Dewletê DYA’yê Woodrow Wilson digire. Wilson piştî Şerê Cîhanê Yekemîn, li sazûmeniyeke nû ya cîhanê digeriya. Di 8’ê rêbendanêa 1918’an de û di Kongreya DYA’yê de 14 xalan pêşniyar dike ku ewana paşê bi navê “Prînsîbên Wilson” an “14 Pinkte” hatine binavkirin.Hejmara xalên danezanê ne tenê 14 ne. Paşê Wilson gelekan lê zêdedike. Ew bo Kurdistanê jî angaştên xwe dide xûyakirin.• 1. Peymanên aştiyê divê bi zelalî werin pêkanîn, ne bi veşartî.• 2. Bikaranîna avên derî mafê berbilaviyê, divê di aştiyê de bi azadî be. Bi biryarên navneteweyî, bo bicihanîna peymanên navneteweyî dikare hin bisînorkirin werin kirin.• 3. Hemî kelemên pêş têkiliyên aborî yên navbera gelan de divê werin rakirin. Divê destûra bazirganiya azad hebe.• 4. Netewe, ji xeynî pêwîstiyên parastinê divê nekevin pêşbirka çekan. Bo bicihanînê divê garantî li neteweyan werin dayîn.• 5. Divê dekolonîzasyon were pêkanîn, gelên bindest re mafê terxankirina çarenûsa xwe were dayîn.• 6. Hêzên biyanî yên li Rûsya divê werin vekişandin, hemî alîkariyên bo ji nû ve bipêşketina Rûsyayê werin dayîn.• 7. Divê Germanistan, herêmên Belçîkayê ku dagirkiriye, jidestberde û rewşa beriya şer were sazkirin.• 8. Divê Germanistan axa Fransayê ya ku dagirkiriye şûnve bide, Alsaz-Loren a Prûsyayê di sala 1871’ê de girtibû şûnve bê dayîn.• 9. Gorî prînsîbên netewetiyê tixûbên Îtalya divê ji nû ve were kifşekirin.• 10. Mafê tayînkirina qederê li gelên Împaratoriya Awûstûrya-Macaristan were dayîn.• 11. Dawî li dagirkirina Romanya, Sirbîstan û Montanegro were dayîn, derfeta riya deryayî ji Sirbistanê re hebe. Ji nû ve tixûbên dûgelên Balkan werin çêkirin.• 12. Mafê desthilatiyê ji Tirkên Împaratoriya Osmanî û ji gelên din re jî azadî were dayîn. Tengava Dardanel (Çanakkale) ji hemî keştiyên bazirganiyê re vekirî be û ev yeka han têkeve bin garantiyan.• 13. Polonyayekî azad hebe û bi Derya Baltikê re cîran be.• 14. Mezin an piçûk hemî dewlet divê ji sînorên hev re rêzdar bin û ji bo garantiya wê jî divê rêxistina navneteweyî were damezirandin.Di serî de dagirkerên Kurdistanê, gelek welat li dijî van prînsîban derdikevin û Wilson wekî dijminekî dinirxînin. Gorî hinekan jî, Wilson di gelek xalan de berjewendiyên DYA’yê aniye zimên, bo mînak bikaranîna fireh a deryayan. Dîsa jî gorî gelekan ew mirovekî wêrek û nûjenparêz bû û li çareseriya pirsgirêkên sedan salan digeriya.