Malikî himaya PKKê li Şingalê dike
Qayimqamê berê yê Şingalê Meyser Hecî ragihand ku serkirdeyê Şîe Nûrî Malikî sedema mana PKKê ye li Şingalê, ji ber ku ew sedema hatina DAIŞ û ev rewşa nexweş e ya ku hatiye serê xelkê Şingalê, ew jî ji ber ku dizane Şingal navçeyekî Kurdistanî ye, lewma jî berdewam pirsgirêk û arîşeyan bû xelkê Êzdî derdixe.Meyser Hecî ji malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê daxwaz dikin ku PKK ji Şingalê derkeve. Heta bi hemû cîhan jî daxwaz dikin ku PKK li Şingalê nemîne, da ku alîkariya xelkê Şingalê bikin û navçeyê bikin, ji ber ku mana PKKê li wir berdewam metirsiyê li ser xelkê navçeyê çêdike û xelk dibêjin bi mana wan emê dîsa rastî karesatan bibin, lewma jî em daxwaz ji PKK dikin ku ji Şingalê vekşe, ji ber ku heta nha tenê nêzîkî 200 malbatan vegeriyane ser malê xwe û eger PKK li Şingalê neba dê hemû koçber vegeriyana ser malên xwe, lewma jî pêwîst e PKK here cihê xebata xwe.”Hecî wiha domand: “Malikî sedema mana PKKê ye li Şingalê, ku ew dijminê gelê Kurd û xelkê Şingalê ye, ji ber ku ew sedema hatina DAIŞ û ev rewşa nexweş e ya ku hatiye serê xelkê Şingalê, ew jî ji ber ku dizane Şingal navçeyekî Kurdistanî ye, lewma jî berdewam pirsgirêk û arîşeyan bû xelkê Êzdî derdixe.”