Cîhan

Japon konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, êvariya roja sêşemê 10.01.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kentaro Sonoura wezîrê dewleta Japonê bo karûbarên derve û şandeya pê re kir û wezîrê Japonê tekîd kir ku welatê wî dê li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam be.Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr amade bû, wezîrê dewleta Japonê pêşkeftinên Herêma Kurdistanê, mêrxasiya pêşmerge û rola xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê di berhinagarbûna terorê de û pêşwazîkirin û hewnaidna hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û berheviya welatê xwe jî nîşan da ka çawa berê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye , niha û paşerojê jî li ser alîkarîkirin û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe.Şandya mêvan diyar kir ku di çarçoveya wan qerzên Japon ji bona cîbicîkirina pirojeyên startejîk bi hikûmeta Îarqê dide, berdewam tekîd li ser pêwîstiya dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji wan qerzan kiriye û di vê çarçoveyê de çand pirojeyên stratejîk li Herêma Kurdistanê ketine di warê cîbicîkirinê de. Wê şandeyê got jî ku piştî operasyona azadkirina Mûsilê dê derfetên sermayerazandinê li deverê çê bibin û ew dê hewil din di warê geşepêdana infrastruktura aboriya Herêma Kuridstanê de alîkar bin.Li gor agahiyên wezîrê dewleta Japonê bo karûbarên derve, biryare sibe çarşemê 11.01.2017ê bi awayekî fermî konsulxaneya Japonê li Hewlêrê, paytexta herêma Kurdistanê, bê vekirin û bi vekirina konsulxaneyê têkeliyên Japon û Herêma Kurdistanê dikevin di qonaxeke nû û berfirehtir de.Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, sipasiya Japonê kir ku bi berdewamî hevkarî û alîkariya Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî ku Japon pêdagiriyê li ser dabînkirina pişka Herêma Kurdistanê ji wan qerzên Japon bi Îraqê dide, dike ku bi wan qerzan çend pirojeyên stratejîk li deverên cudayên herêma Kurdistanê hatine encamdan û beşek ji wan pirojeyan jî di warê cîbicîkirinê de ne.Serokwezîr li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li biryara vekirina konsulxaneya Japonê li Hewlêrê kir û piştevaniya hikûmeta Kurdistanê jî ji bo kar û çalakiyên wê, bi taybetî di warê aborî û sermayerazandinê de, nîşan da.

Back to top button