Nivîsar

Rejima Suriye kengê emanetê xwe ji PYDê dixwaze?

Piştî bajarê Helebê bi temamî kete di bin kontrola rejima Suriye de û agirbest hate ragihandin, rewşa Suriye û heta niha tiştên dihatin gotin û ji hemûyê girîngtir role PYDê zelaltir dibe.Piştî li hevhatin Heleb ji grubên opozisyonê û xelkê sivil di devera kontrola opozisyonê de hate valekirin. Rejimê û hevalbendên xwe(Rusya, Îran û Hizbullaha Libnanê) kontrola Helebê bi temamî kirin. Çekdarên PYDê li hinek taxên ku kurd lê dimînin diman û kontrol dikiran. Lê piştî Heleb bi temamî kete di bin kontrola rejimê de, rejimê û Rusya ji PYDê xwestin ku taxên ku lê diminîn vale bikin û xwe bidin aliyekî.Niha tişta li Helebê bûyî dê tevahiya herêmên di bin destê PYDê de bibe. Yanî  dema hesabê rejima Suriye bê,dê rejim ji PYDê bixwaze xwe bidin aliyekî yan jî tevlî hêzên rejimê bibin. Ev yek ne dûr e nêzike.YPG li deverên ne Kurdistanê li deverê Ereban li Suriye şerê DAÎŞê dike. Amerika pişgiriya vê dike. Amerika hêja PKKê wek rêxistinek terrorist dibîne. Amerika eşkere dike ku tu pêwendiyên wan yên siyasî li gel PYDê tuneye. Lê Amerika arikariya YPGê dike. Ev tê wateya ku dema karê Amerika dawi werê dê pişta xwe bide YPGê.PYD li gora xwe federalizmek ragihandiye. Rejima Suriye vê federaliyê qebûl nake. Başe ev federalîya ku nave wê ne Kurdistanbe, nave kurd li tu deriyek yê vê federalizmê nayê karanin. Çi pêwendiya vê federalizmê Kurdistanê heye? Ji xwe ji bo Iraqiya Kurdistana Başûr Bakurê Iraqêye, ji bo Tirkiye Kurdistana Bakur rojhilatê Tirkiyeye û ji bo Suriye jî Kurdistana Rojava Bakurê Suriyeye.  Helwesta PYDê tenê xizmeta windakirina nave Kurdistanê dike.PYD niha berfirehî dest girtina endam û hevalên ENKSê dike. Ev yek jî gelek eşkere li ser daxwaziya rejima Suriye tê kirin.Sibe ne dûrê. Emê hemû bi hevre bibînin. Lê cardin wê PYD rewşa ketiyê qebûl neke û wek hemû siyaseta PKKê dê sedemkî xirabî û siyaseta xwe ya îewtre bibîne.Nûçe/analizRojevakurd

Back to top button