Cîhan
Li Îzmîrê teqîn
Li Îzmirê nêzikî avahiya Dadgehê otomobilek bombekirî hate teqandin.Piştî teqandina otomobila bombekirî di navbera polis û êrîşkaran de şer derket û du kesên êrîşkar di şer de jiyana xwe ji dest dan. Herweha li gora tê gotin kesek sêyemin jî reviyaye û polis niha li dûv ketiye.Di teqînê de, polisek û karmendek yê dadgehê jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûne. Di nav birîndaran de polis jî hene. Heta niha ji bo ewlehiyê nahêlin kesek ji avahiya dadgehê derkeve.Hêja ne kifşe ev êrîş ji aliyê kîve hatiye kirin.Ji bo nûçeyên di derbara vê bûyerê de xedexekirin heye ji ber vê yekê agahdariyên berfireh niha tuneye.