Polîtîk

DAIŞiyên ku tevlî PKKê bûne li ser Şingalê metirsîne

Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Şingalê dibêje, ew çekdarên DAIŞê yên ku reviyane, PKKê hêzeke Heşda Şeibî ji wan çêdike. Herwiha tekez dike ku, ew DAIŞî ne cihê baweriyê ne û metirsiya wan li ser Şingalê heye. Simê Boselî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji  KDP.info re navê wî kesê ku PKKê li xwe girtiye eşkere dike û dibêje, ew DAIŞiyên ku reviyane û tawan derheqê Êzdiyan kirine, ji aliyê wî kesî ve hatine komkirin û tevlî refên PKKê li Şingalê. Boselî wiha got: “Li navçeya Holê ya Şingalê, ku dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, kesek bi navê Ebdulrehîm Şemerî, ku xwe wek beşek ji Heşda Şeibî dide naskirin, ew Erebên ku li nava DAIŞê bûn û ji navçeyên Beiac û Bilîc reviyane, hêzek ji wan çêkiriye û hemû tevlî PKKê bûne. PKK piştgiriya wan dike û çekan jî dide wan.” Emîd Simê Boselî wiha got: “Ew hêza ku PKKê bûne yek, li rojavayê Şingalê li navçeya Holê ne, lê ne nêzkî me ne û hejmara wan ji 400 bo 500 kesî ye. Em bi hûrî çavdêriya wan dikin, ji ber guman û metirsiya wan li ser Şingalê heye, herwiha bawerî bi PKKê jî tune ye, ji ber ku destê xwe xistine destê wan Erebên ku tawan derheqê Şingalê de kirine.”

Back to top button