Parlemento:Şewitandina ala Kurdistanê dijatiya gelê Kurdistanê ye
Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê di peyamekê de şewitandina ala Kurdistanê li bajarê Amûdê ji aliyê PYDê ve şermezar kir û û ragihand ku ew kar li dijî hemû gelê Kurdistanê ye.Ev jî tekesta wê peyamê ye:“Roja 2-12-2016 hêzên PYDê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê êriş kirin ser ofîsa ENKSê û ala Kurdistanê şewitandin.Em wî karî wek dijatiya tevahiya gelê Kurdistanê dibînin û wê yekê şermezar dikin, ji ber ku ala Kurdistanê sembola xwîna şehîd û pêkvejiyan û aştiyê ye li hemû Kurdistanê. Herwiha em her kareke biêş û tund li dijî her kesekî li Kurdistanê şermezar dikin û daxwaza azadkirina bilez a bêgunehan dikin.Di heman demê de, em destxweşiyê li xelkê xweragir ên bajarê Amûdê dikin ku bi caneke niştimanperwer ala Kurdistanê diparêzin û parastine jî, û piştrast in ku paşeroj ji canê xweragir û xebata aştiyane re ye.”