Barzani pêşwazi li serokê hevpeymaniya Suriye kir

Li Hewlêrê Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê pêşwaziya li Enes Ebide Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriye û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya navçeyê û Iraq û Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî û hevkêşeyên nû yên li asta navçeyî û navdewletî de hate nirxandin.Her wiha ronahî xistin li ser rewşa bajarê Helebê bi taybetî rewşa miroviya xerab ya li wî bajarî.Li beşekî dinê civînê de behsa operasyona azadkirina Musil û serkeftinên hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li beranber terorîstan kirin û behsa hewla Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li parastina pêkhatên neteweyî û oliyên parêzgeha Nînowa kirin.Her li vê civînê de şanda mîhvan ji bo wan hevkariyên li warên cûda cûda de pêşkêşî gelê Sûriye kiriye spasî Serok Barzanî kirin û her bi vê helkeftê jî diyariya rêzlênana gelê Sûriye pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: