Polîtîk

Talabanî sê cîgirên xwe destnîşan kirin

Serokomarê Iraq a Federal Celal Talabanî 3 cîgirên xwe destnîşan kirin. Cîgirên serokkomarê Iraqê, Tariq Haşim, Adil Ebdulmehdî û Xideyir Elxuza ye. Herweha hat ragihandin ku dê serokkomarê Iraqê, cîgirek Turkmen jî destnîşan bike.

Lê li gora qanûna nû ya parlementoya Iraqê qebûl kirî, divê tenê sê cîgirê serokkomar hebin. Berî niha aliyên kurd pêşniyar kirîbûn ku cîgirek yê serokkomar Turkmen be. Ji bo vê jî sê Turkman ji bo cogiriyê wek berendam xwe dabûn pêş.

Back to top button