Polîtîk

PDK dest bi seredanan dike

Peyvdarê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de eşkere dike ku di heftiya bê de ew dê serdana hemû aliyên siyasiyên başûrê Kurdistanê bikin û di civînên bi aliyên siyasiyên Kurdistanê re nexşerêya çareserkirina kirîzên başûrê Kurdistanê ku serok Barzanî di peyama xwe de destnişan kiribû, gotûbê bikin û mekanîzma piraktîzekirina wê nexşerêyê diyar bikin.Mehmûd Mihemed peyvdarê PDKê dibje ku her ji destpêkê wan piştevaniya xwe ji bo peyama serok Barzanî diyar kiribû û ew peyam bi deriyê çareserkirina pirsgirêkên navxweyî wesif kiribû.Li gor peyvdarê PDKê, polîtbûroya wê partiyê şandeyek pêkaniye û di heftiya bê de serdana hemû aliyên siyasî û neteweyî yên başûrê Kurdistanê bikin ku ew şandeya hatiye pêkanîn ji çend endamên polîtbûroyê pêktê û dê bi serokatiya sekreter polîtbûtoya PDKê be.

Back to top button