Vê sibehê zû polisa bi biryara dozer ser şeredariya Wanê de girtin û lêgerinek berfireh pêkanîn.Serokê şeredariyê Bekir Kaya û 4 rêvebirên şeredariyê binçav girin û birin.Herweha wezereta navxwe da xuya kirin ku ji bo şeredariya Sêrtê cigirê walî wek qayum hatiye tayin kirin.Şeredarê Sêrtê Tuncel Bakirhan hatibû girtin.Serokê şeredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî ji kar hate dûrxistin û dewsa wî de jî waliyê Mêrdînê wek qayum hatiye tayin kirin.Bi vî awayî piraniya şeredarên HDPê ji kar tên dûrxistin û di çerçova pêwendiyên wan li gel PKKê ve têne girtin.Dewsa wan de karmendên hukumetê wek qayum têne tayin kirin.Bê guman ev yek bandorek mezin li rewşa HDPê dike.
Pêş
04/06/2026
Mesrûr Barzanî: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re baştir bikin
04/06/2026
“Pêşmerge hêzek aîdî Herêma Kurdistanê ye û bi artêşa Iraqê re hevahengiyek domdar û xurt heye”
Têkildar
Balkêş e ?
Close


