PolîtîkVîdeo

Pêşmerge li dawîn xeta sînorî Ala Kurdistanê hilda(vîdeo)

Li dawîn xeta sînorê Başûrê Kurdistanê, Hêzên Pêşmerge û welatiyên Başîkê, Ala Kurdistanê hildan. Hêzên Pêşmerge roja 7ê Mijdara 2016ê bi tevahî navçeya Başîkê û navenda wê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kir û piştre dest bi paqijkirina deverê ji çekdarên mayî yên DAIŞê û bombe û mînên ku wê rêxistinê li deverên danîbûn, kir. Piştî rizgarkirina Başîkê, îro bi serpireştiya Hêza Pêşmerge û bi amadebûna hejmareke zêde ya welatiyên Başîkê merasîmek bo hildana Ala Kurdistanê li dawîn xeta sînorî yê Başûrê Kurdistanê li aliyê navçeya Başîkê birêve çû. Di vê merasîmê de, alayeke mezin a Kurdistanê li Başîkê hat bilindkirinm weke amajeyek bi şikesta yekcarî ya DAIŞê li Başîkê û derdora wê. Dirêjiya ala hildayî ya li Başîkê, 5 metre û paniya wê jî 3 metre ye û li pêşberî avahiya Qayimeqamiya navçeyê hat bilindkirin. Bi bilindkirina Ala Kurdistanê, welatiyên beşdar di merasîmê de kêfxweşiya xwe bi rizgarbûna devera xwe û çûna pêşmerge bo parastina wan anîn ziman û mijûlî wênegirtinê li kêleka Ala Kurdistanê bûn. Başîk navçeyeke Başûrê Kurdistanê ye, ku ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzeha Mûsilê ye û di çarçoveya madeya 140 a destûra Iraqê de ye. Başîk dawîn cih bû, ku di çarçoveya operasyona Mûsilê de, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat kontrolkirin. Pirraniya rûniştvanên navçeya Başîkê kurd in û %75ê nifûsa navçeyê ji kurdên êzidî, %15 ji mesîhî û %10ê din jî ji kurdên musilman û şebek pêk tê.https://youtu.be/RkxQQLnKdZo

Back to top button