Qayîmeqamê berê yê Şingalê Meyser Hecî Salih ragihand, xelkê Şingalê yên ku tevlî PKKê bibûn, roj bi roj ji wan vediqetin û yên ku di nava wan de jî mane Beisiyê kevin in.Meyser Hecî Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK hêzeke neyasayî ye û ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine Şingalê û dixwaze bi her awayekî be deselata xwe li devera Şingalê berfireh bike, lê hejmarek kêm ji xelkê Şingalê ligel wan e, piraniya kesên ku ligel wan e jî Beisiyên kevin in.”Hacî Salih wiha got: “Xelkê Şingalê yên resen li dijî hêza PKKê ne li Şingalê, ji ber ku dizanin heta ew li Şingalê bin dever xweş nabe û rewş venagere beriya hatina DAIŞê. PKK ji xwe pê ve qebûl nake û xwe bi ser navçeyê de feriz dikin, lê xelk dixwazin vegerin ser mal û halê xwe.”Derbarê wan hêzên ku ji aliyê PKKê ve li Şingalê hatine avakirin, Qayîmqamê Şingalê ragihand: “Hejmara wan pir kêm e, lê li pey berjewendiyên xwe ne xwedî ejînde ne. Bexda heta niha wek hêzeke Heşda Şeibî alîkariya wan û PKKê dikir lê di dawiyê de dê Bexda dest ji alîkariya wan berde.”
Pêş
04/06/2026
“Çekê Pêşmergeyan dîrok, fedakarî û rûmet e”
03/06/2026
Trum Tê Tirkiye
Balkêş e ?
Close
-
Îranê bersiva êrîşên DYA da..!03/06/2026


