CîhanCivak

Destpêka operasyona Musilê 67 000 koçberê Kurdistanê bûne

Li destpêka operasiyona rizgarkirina Musilê li Roja 17 Çirya yekema 2016 heya niha pitir ji 36,609 kes ji Musil û derdora wê ji bo Herêma Kurdistanê koçbar bûne û li kempên Xazir, Hesen Şam û Zilêkan hatine akincîkirin, ku ji 78% koçbarên Musil û derdora wê pêk dihê.Sentera Hevbeşa Hemahangiya Kirîzan – JCC KRG xuya kir rojane pitir ji hezar kes berev sengerêm Pêşmerge dinên û paşan ji bo deverên aram dihên veguhastin û li kempan dihên akincîkirin.Her ji destpêka operasiyona Geyare li Başûrê Musilê li meha Adara borî pitir ji 33,000 kes ji  deverên Geyare, Şirgat û Hacî Elî koçbarê Kurdistanê bûn û li Kempa Dîbege hatin nîştecêkirin, ku ji 84% koçberên van deveran pêk dihê û rojane pitir ji 100 kes koçbar dibin û li kempan dihên akincîkirin.Bi giştî 67,000 kes li demên operasiyona Geyare û heya çaremîn heftiya operasiyona Musilê ji deverên Bakûrê Parêzgeha Selahedîn (Bajarokê Şirgat), paşan Başûrê Muslê  û deverên din yên derdora Musilê û aliyê Rojhilatê bajêr koçbarê Kurdistanê bûne.Piştî qeyrnan Sûriyê li sala 2011 û hatina DAIŞê ji bo Îraqê li sala 2014 çend pêlên koçber û penaberan berev Herêma Kurdistanê hatin, dawîn pêla wan, koçberên Musil û dedora wê ye li demên çae heftiyên borî.Heya niha 1,411,314 koçberên Îraqê û 216,860 penaberên Sûriye (Rojavayê Kurdistanê) li her sê parêzgehên Hewlêr, Duhok û Silîmaniyê hatine akincîkirin, bi awayekê ku 40% koçberên Îraqê û 97% penaberên Sûriye li Îraqê li Herêma Kurdistanê ne.Sentera Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan li Wezareta Navxwe bi hevbeşî tevî ajansên NY û Wezareta Koç û Koçberên Îraqê û aliyên din yên têkildar pêşwaziya koçberên nû yên Musilê û derdora wê dike. 

Back to top button