CivakPolîtîk

Eger dikarin bila rasterast li gel Bexdayê tevbigerin

 

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: Dxawaza tevgeryana rasterast li gel Bexdayê, daxwaza hemû xelkê Silêmnaiyê nîne, belku tenê nêrîna beşeke kêm a di nav hêzeke siyasî de ye. Barzanî herwiha got: “Eger her dixwazin bi vî awayî rasterast li gel Bexdayê tevbigerin, bila fermûn û bikin.” Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyeke taybet a li gel Rûdawê de li ser daxwaza hin partî û fraksyonên kurdî yên nava Parlamentoya Iraqê bo serederîkirina rasterast a bi Bexdayê re axivî û nêrîna xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wê mijarê anî ziman. Nêçîrvan Barzanî derbarê daxwaza serederîkirina rasterast a Bexdayê li gel hin parêzgehên weke Silêmaniyê de, bi hinceta wê çendê ku Bexda mûçeyan ji wan re dabîn bike, ji Rûdawê re ragihand: “Mumkin e hêzeke siyasî hebe, bixwaze wê yekê bike, eger ew hêza siyasî dixwaze wê yekê bike, me ti pirsgirêk nîne, bila bikin.” Nêçîrvan Barzanî amaje bi rewşa statuya Herêma Kurdistanê kir û ragihand, ku ew statuya Herêma Kurdistanê piştî sala 2003 û di encama gotûbêjên li gel Bexdayê de çê bûye û Herêma Kurdistanê, çarçoveyeke destûrî û yasayî ye. Barzanî wiha got: “Ev rewşa ku Herêma Kurdistanê heye, piştî sala 2003 û di encama gotûbêjeke dûr û dirêj a hêzên siyasî yên Kurdistanê li gel Bexdayê de, ev çarçove bo Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin, weke herêmekê ji aliyê destûrî û yasayî ve. Ez wiha dibînim, ku zehmet dibe ku Bexda bikaribe rasterast li gel parêzgehekê danûstandinê bike yan qise bike. Ez wiha jî nabînim, ya ku niha tê gotin jî, nêrîna hemû xelkê Silêmaniyê be, mimkun e hêzeke siyasî hebe, ku bixwaze wê yekê bike. Eger ew hêza siyasî dixwaze wê yekê bike, me ti pirsgirêk nîne, bila bikin.”Serokwezîr Barzanî tekez kir, daxwaza ku Bexda bi awayekê rasterast bi parêzgehekê Kurdistanê re serederiyê bike, mijareke destûrî ye û da xuyakirin, ku daxwazekê wiha tenê nêrîna beşeke biçûk a hêzeke siyasî ye û daxwaza xelkê Silêmaniyê nîne. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Eve mijareke destûrî ye, ji aliyê destûrî ve her weke ku min behs kir, Herêma Kurdistanê pêk hatiye ji wan çend parêzgehên ku hene, her ji ber wê yekê (mijarê) rûyeke destûrî û yasayî heye. Aya tê kirin an nayê kirin, mimkun e ev mijar yasayî be, lê belê di rastiyê de ya ku niha li Silêmaniyê behsa wê tê kirin û daxwaz tê kirin, bi nêrîna me nêrîna hemû xelkê Silêmaniyê û hemû hêzeke siyasî jî nîne, belku tenê nêrîneke kêm a nava hêzeke siyasî ye.” Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje: “Eger her dixwazin, bi vê şêweyê û rasterast li gel Bexdayê serederiyê bikin, bila fermûn û bikin. Derbarê çêbûna metrisiya parçebûna Herêma Kurdistanê de, Nêçîrvan Barzanî red kir, ku ti metrisiyek wisa hebe.” Barzanî li ser vê mijarê re jî ji Rûdawê re got: “Bi dilniyayî (teqes) ti metrisiyek li ser nîne, çimku renge ev yek nêrînek be di nava hêzeke  diyasî de, yanî hemû ew hêza siyasî jî bi tevahî piştgiriya wê nêrînê nake. Ez wiha jî texmîn nakim ku ti arîşeyek û zirarek bo Herêma Kurdistanê hebe. Ev tenê nêrîna wan bi xwe ye û eger jî dikarin wê yekê bikin, bila fermûn û bikin.” Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Barzanî destnîşan kir: “Piştî wê serdana ku ez çûm Bexdayê, piştî wê jî Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê, ez dikarim bêjim em di qonaxeke baş de ne, di pêwendîkirin û gotûbêjên li gel Bexdayê de. Ev jî nayê wê wateyê ku hemû arîşe çareser bûne, lê belê em dikarin bêjin, niha jîngeheke baş di pêwendiyên navbera me û Bexdayê de çê bûye.” Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em tekez dikin ku em dixwazin arîşeyan bi rêya diyalog û danûstandinan li gel Bexdayê çareser bikin û ew jî dê her di pêşengiya karê me de bimîne.” (Rûdaw)
Back to top button