Piştî du salan, êzîdiyên Başîk û Behzanê yekemîn çiraya kêfxweşiyê li wê deverê vêxistin. Zêdetirî 2 salan bû bajarokê Başîk û Behzan di destê DAIŞê de bû. Lê ew deverên Kurdistanî ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin. Serokê qewalên êzîdiyan li Başîk û Behzanê, Behzad Silêman Sivo ji BasNewsê re got, êzîdiyan piştî du salan li Başîk û Behzanê çiraya Bîrbûtê, ku nîşana ola êzîdatiyê ye, vêxistin û kêf û şahî kirin. Qewal Behzad her wiha got, êzîdiyan mîna her car li defê dan û merasimên xwe yên ayînî bicîh anîn. Piraniya xelkê bajarokê Başîk û Behzanê kurdên êzîdî ne.
Pêş
23/07/2026
Deriyê Navbera Nisêbîn û Qamişlo destpêka sala 2027ê tê vekirin..!
23/07/2026
Deriyê Nisêbîn Qamişlo dê beriya dawiya salê were vekirin.
Balkêş e ?
Close
-
Li Kermanşahê erhejek bi hêz..!20/07/2026


