Cîhan

Almaniya alîkariya deverên rizgarkirî dike

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoz Eghard Bros nûnerê taybetiyê Hikûmeta Almaniya ji bo berhingarbûna qeyranan û şandeka pê re kir.Balyoz Bros kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û behsa kar û erkên xwe li Herêma Kurdistanê û her wiha alîkariyên destpêkiyên Hikûmeta Almaniya kir ku raste rast pêşkeşê wan deveran kiriye ku ji destê DAIŞê hatine rizgar kirin û yan li demên pêşerojê dihên azadkirin. Armanca wan eve ku bi vê alîkariyê, koçberan han bidin ji bo ser cihên xwe vegerin, bi taybetî deverên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ji terorîstan hatine rizgarkirin. Her du alî li ser vê yekê hevrê bûn ku deverên rizgarkirî li hemû waran pêwîstî bi alîkariyan hene.Balyoz Bros behsa programa xwe ji bo pêşerojê kir, bi taybetî ku piroseya rizgar kirina bajarê Musilê nêzîk bûye ku pêşbînî dihê kirin hijmareka zêdeya akinciyên vî bajarî bihêne Herêma Kurdistanê. Her wiha amaje bi hemahengiya navbera Almaniya û Hikûmeta Federala Îraqê kir û hêvî xwest hemahengî ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî bihêztir bibe.Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya vê serdanê û alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almaniya ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî ku dixwazin alîkariyên mirovî raste rast bigehîne Herêma Kurdistanê, ku hikûmet ji bo ser xistana vê pirogramê û pirogramên pêşerojê, berhev e ji bo alîkarî û hemahengiyê, bi taybetî deverên ku ji aliyê Pêşmerge ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û asayişa wan deveran hatiye dabîn kirin ku gelek ziyan dîtine.Her wiha pêdagirî li ser vê yekê kir alîkariyên Almaniya bargiraniya ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêm dike ku gelek koçber û penaber hembêz kiriye û xizmetên jiyanê ji wan re pêşkêş kiriye û pêşbînî dihê kirin bi destpê kirina operasiyona rizgar kirina bajarê Musilê hijmareka pitir bihêne Herêma Kurdistanê.Her du aliyan her wiha behsa pirosêsa rizgar kirina bajarê Musilê ji destê terorê û pêşbînî û encamên operasiyanan kirin. 

Back to top button