CivakPolîtîk

Pêkanîna Yekdengî Sedema Aloziyê Ye

PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan, di derbarê helwesta hukumetê û rewşa awarte de daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand.Daxûyanî:Pêkanîna Yekdengî Sedema Aloziyê YeHikumeta AK Partî, paş pêşî lê girtina Kudutaya 15ê Tîrmehê, bi henceta “paqij kirina dezgeyên dewletê ji Cemeatê” xebat dijî “Rexistina terorîstî a FETÖ”yê gelek karên dîj demokrasî jî encam dan. Binpê kirina maf û azadiyên demokratîk, teda û zext li ser medyayê, ku ne ligel hikumate ye, roj bi roj zêdetir û tundtir dibe.Karên dij demokratik a dawî ya hikumatê sekinandina weşana 12 kanalên televîzyon e. Serokweziriya Tirkiyê, di çarçeveya Rewşa Awarte da, Biryarnameyek Di Hukme Qanunê da derxistiyê û weşana 12 kanalên televîzyonê daye rawestandin,ku nava van da Hayatin Sesî, TV 10, Van TV, Jiyan TV, Azadî TV ve Zarok TV jî hene û bernameya piraniya kanalên hanê bi Kurdî bû û têda televîzyonê Alevî jî heye.Karên hanê ya dij demokrasî, ku paş “biryara peşniyarî” ya Şurayî Evlahiya Netewî ya Tirkiyê hatiye encam dan, binpê kirina azadiya çapemenî ye, zext e li ser weşana Kurdî, ku ne lîgel hikumatê ne, pêkanina yekdengî ye li tenîşt “yek dewlet, yek mîlet, yek welat û yek ala.”PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan, kiryara dij demokrasiya hanê ya hikumeta AK Partî, bi tundî mehkum dike, daxwaz ji hikumatê dike, ku dev jê kiryarên hanê, yên ku rewşê aloztir, mîlîtarîzmê û kudutaxwazanê bi hêztir dikin, berde.PSK, daxwaz ji rêxistinên rojnemevan û hêzên welatparêz, demokrat û şoreşger dike, ku xweyî li azadiya çapemenî û medyayê derkevîn, ku ne ligel hikumeta AK Partî ne.PSK, daxwaz ji rêxistina rojnamegerî ya nevnetewî, dezge û saziyên mafê mirov a navnetewî û Yêkîtiya Ewropa dike, ku dengê xwe dijî fişarê li ser medyayê opozîsyon bilind bikin û pişgiriyê lê bikin.29 Îlon 2016PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button