CivakPolîtîk

Hukumet ji rewşa Kurdistanê civiya

Di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û bi amadabûna Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, roja pênçşemê 29.09.2016ê li bajarê Hewlêrê, civata wezîrên Herêma Kurdistanê civiya.Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî behsa serdana  xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û civîna digel Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa federal û berpirsên din yên Îraqê kir û got: Me digel hikûmeta Bexdayê li ser wê yekê li hev kir ku, ji bona gotûbêjkirina pêngavên pirosesa azadkirina bajarê Mûsil û dîtina mekanîzmeke minasib ji bo wê pirsê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de  komîteyeke hevbeş hat pêkanîn.Li ser pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi taybetî dosyeya neftê, budce û miaşê Herêma Kurdistanê, serokwezîr eşkere kir ku, li ser yekalîkirina pirsgirêkan û lezkirin li çareserkirina wan, her du alî hevhizir bûn û her du aliyan tekîd li ser giringiya berdewamiya civînên hevbeş kir ku hemû pirsgirêk di berjewendiya gelên Îraqê de bên çareserkirin.Raber Sedîq birîkarê wezareta darayî û wezîrê darayî bi wekalet, di civînê de raporek li ser miaşê meha tîrmehê û amadekariyên dabeşkirina miaşê meha tebaxê ber çav kir û got ku ew digel wezareta samanênm xwezayî lêdixebitin miaşê meha tebaxê amada û dabeş bikin.Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî got ku ragirtina hinartina nefta Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo dema şeş mehan, bandoreke nêgetîv li ser budceya Herêma Kurdistanê hebû û hêvî xwest kêmiya budceyê tije bikin û miaş di dema xwe de bên dabeş kirin.Li ser wê yekê ku qaşo hikûmeta Bexayê daxwaza teslîmkirina nefta Herêma Kurdistanê kiriye weke şertek ji bo dabînkirina miaşê karmendên Herêma Kurdistanê, civîn di wê baweriyê de bû ku, ya ku Bexda dibêje ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, ji ber ku Bexda miaşê yek milyon 400 hezar miaşgiran ji bo herêma Kurdistanê dabîn nake, ewa Îraq dibêje têra nivê miaşên herêma Kuridstanê nake.Amanc Rehîm sekreterê civata wezîran bi wekalet, di raporekê de behsa hûrgilyên dahatinî û xerciyên tev pirosesên firotina neft û gazê ku, ji aliyê du kompaniyên navdewletî yên şareza û pispor di vî warî de; kompaniya Deloitte û kompaniya Y&E ve tê amade kirin, kir.  Ev pirojye ji bo zêdetir şefafkirina pirosesa hinartin û dahatiniyê nefê dê gelek alîkariyê bike.Qubad Talebnaî cîgirê serokwezîr behsa giringiya wê pirojeyê kir û pêşniyar kir ku, ji bona ew pirojeye zêdetir û bi baştirîn awayî bigehe hemû aliyan û her kes jê agadar be, du civîn bên sazkirin; civînek digel konsulxaneyên welatên biyanî yên li Herêma Kuridtanê û civînek jî digel medyayê.Di civînê de pirsa gîrobûna miaşê karmendan hat gotûbêj kirin û xweragiriya  xelik û miaşgiran li hember kirîzan bilind hat nirxandin.  Hikûmet bi berdewamî lêdixebite pirsa gîrobûna miaşan çareser bike û biryar hat dan civata wezîran berdewam li ser vê pirsê bicive. Di civînê de hat tekîd kirin ku hemû alî û hemû wezîr piştgiriya xebatên hikûmetê yên ji bona çareserkirin û derbaskirina kirîzan dikin.Beşdarên civînê, bi minasibeta destpêkirina sala nû ya xwendinê, pîrozbahî li tev mamoste û xwendekaran kir û pesna rola mamosteyan da ku xweragirin û giringiyê bi pirosesa xandinê didin. Civînê sipasiya xwepêşanderan kir ku, bi awayekî aram û medenî daxwazên xwe bi aliyên têkeldar gihandin û sipasiya  saziyên emnî kir ku bi awayekî baş xwepêşander parastin.

Back to top button