Niviskar Rêving Hirorî,  bersiva pirsa Rojevakurd da û got: Dewleta Kurdistanê xewna her kurdekî ye û bawer dikem referandum wê serkeftin û encamên baş bîne lê, mixabin, ez ne gelekî geşbînim ku, di demeke zûde kurd li ser vê pirojeyê rêkbikevin:Pirs:“Devera Rojhilata Naverast ber bi guhertinên mezin diçe û divê demê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî xebatên xwe yên ji bo encamdana referandumê û avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanî çir kirine. Gelo helwesta we li hember pirojeyê serokê Kurdistanê, avakirina dewletek serbixwe çiye?  Hûn xebatên serok Barzanî yên ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê çewa dinirxînin?” Bersiv: Bi dîtna min hêjî pirojeya guhartinên li Rojheta Navîn ne zelalin û ew gohartinên gelek hizir jê re diken, ez hêjî wisa hizir nakem.  Hemî goranakarîyên di rojevê de ne hêjî dinava çarçoveya sinorên dewleta da ye ne di perçekirina hinek dewleta û avakirin dewletên taze de ye, sîyaseta Amrîka di vî warî de çu gohartin bi serde nahatîne. Derbarey hewlên serokê Kurdistanê, belê  sedê sed di cihê xwe da ye  û divê temama gelê kurd piştgîrîyê li wê helwestê biken, çunke roj bi roj alozî zêdetir li deverê peyda dibin, astengî li pêşîya projê serok Barzanî zêde dibin.Dewleta Kurdistanê xewna her kurdekî ye û bawer dikem referandum wê serkeftin û encamên baş bîne lê, mixabin, ez ne gelekî geşbînim ku, di demeke zûde kurd li ser vê pirojeyê rêkbikevin: 

  • Pirojeya dewletbûnê û giranîya vê berpirsîyê bi tenê li ser milên serok Barzanî maye û alîyên sîyasî yên kurdistanî çu pirojeyek dewletbunê nine;  hinek dibên zû ye , hinek ne  digelin û hinek jî dijn û ev jî cihê metirsîyê ye .

 

  • Aliyên siyasî yên kurdistanî ta nuha zêdetir bi alozîyên navxwe ve xeric û mijûl in, û hindek ji wan hêzan zêdetir sîyaseteke heram dikin û pirsên neteweyî îhmal dikin , bandora derekî jî li ser hindek alîyan zale .

 

  • Pirojeya çaksazîya li Kurdistanê, qeyrana aburî û nakokîyên li nava alîyên sîyasî li ser perleman û hikûmetê xelkê Kurdistanê mandî kirîye û tarîyatîyek xistîye ser pirsa dewletbûnê .

 

  • Sîyaseta navdewletî derheqa dewleta Kurdistanê  ne zelal e û hinek dewletên herêmî li dij in, lê divê rewşenbîr û ragehandin li navxwe û bi taybetî li dervey welat bi îsrareke gelek mezin li pişt serok Barzanî rawestin, bandora kurdên li derve dê gelekî karîger bît, divê hemî ji gotinê bikevin warê kiryarê , bi nivêsa, bi meşa, bi ragehandin, bi  simînara bi pere û mal bi rih û can amadebin bên Kurdistanê ji bo piştgîrî ya serok Barzanî û  ragehandin û parastina dewleta Kurdistanê.

 Bese  kurd îradeya xwe bêxine destê wan kesên sîyaseta heram diken û yarîya bi çarenivîsê me yê neteweyî û bazirganîyê bi xwîna şehîdên me dikin.  Xebatên serok Barzanî ne be dewleta kurdî wê dîsa bitenê bibe xewin.Rêving Hirorî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: